​​​​​​​Rêveberiya Sivîl a Tebqayê: Berxwedana Kobanê bû jêdera îlhamê

​​​​​​​Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê bi daxuyaniyekê got berxwedana Kobanê ji bo hemû berxwedêrên cîhanê bûye çavkaniya îlhamê û dê heta avakirina civak û sîstemeke demokratîk wek mînak bimîne.

​​​​​​​Rêveberiya Sivîl a Tebqayê: Berxwedana Kobanê bû jêdera îlhamê
1 mijdar, 2022   10:11
TEBQA

Bi boneya 1ʹê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, endamên sazî, komîte û nivîsgehên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê li ber avahiya rêveberiyê kom bûn û daxuyaniyek da.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Omer daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku berxwedana Kobanê ya bi serkêşiya YPG, YPJ û gel, li tevahî cîhanê bû semboleke rasteqîn a berxwedanê û dîroka gelekî ku berdêlên giran di oxira parastina xaka xwe, jiyaneke azad û birûmet de dane, nivîsand. Her wiha hate diyarkirin ku bi saya îradeya YPG, YPJ û gel, zilm hat şikandin û tevahî xeyalên bidawîkirina sîstema demokratîk hatin têkbirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Berxwedana Kobanê ji bo hemû leheng û berxwedanên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji Berxwedana Serdemê ya Efrînê, heta Girê Spî, Serêkaniyê û herî dawî ya li Baxozê bû jêder û çavkanî ku rêxistina terorîst a DAIŞʹê hat têkbirin û serkeftina gelên tiyên azadiyê hat ragihandin."

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê hemû kesên ku di 1ʹê Mijdarê de piştgirî dan berxwedana Kobanê silav kirin û wiha got: "Em soz didin malbatên şehîdan û gelê xwe ku em ê di xeta berxwedanê de berdewam bin û tesîlîmî komplogerên ku hewl didin îradeya me têk bibin, xaka me dagir bikin û projeya me têk bibin, nebin. Berxwedana Kobanê û berxwedanên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine nîşandan wê ji me re mînak û pêşeng bimîne heta ku armancên xwe yên avakirina civak û sîstemeke demokratîk ava bikin."

ANHA