​​​​​​​Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Başûr: Divê piştgiriyê bidin hêzên ku DAIŞ têk bir

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê di salvegera 8’an a Roja Kobanê ya Cîhanê de bal kişande ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, bêdengiya navneteweyî û hêzên garantor û diyar kir ku divê piştgiriyê bidin hêzên ku DAIŞʹê têk bir.

​​​​​​​Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Başûr: Divê piştgiriyê bidin hêzên ku DAIŞ têk bir
1 mijdar, 2022   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Başûrê Kurdistanê li navenda xwe ya li Silêmaniyê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da û bal kişande ser êrişên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Daxuyanî ji aliyê endamê Nûnertiya Rêveberiya Xweser Fethullah Huseynî ve hate dayîn.

Huseynî anî ziman ku berxwedana bi pêşengiya şervanên YPG/YPJ’ê bû berxwedaneke cîhanî û got: “Têkbirina DAIŞ’ê bi zora Tirkiyeyê çû û bi hevkariya wê dubare berê çeteyan dan herêmê. Berxwedana şervanan di bejahî de li Baxozê bi pêşengiya şervanên QSD’ê û hevkariya hêzên koalîsyonê, DAIŞ hat têk birin.”

Fethullah Huseynî anî ziman ku dewleta Tirk ji bo tolê ji gelê Kurd hilîne sala 2018’an êrişî Efrînê kir û sala 2019’an jî êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir û ev der dagir kirin.

Huseynî destnîşan kir ku dixwazin vê salvegerê bikin derfet ji bo ku ew sîstema heyî ya Rêveberiya Xweser mayînde bibe û got: “Niha jî gelek alî û dîsa hinek aliyên Kurd naxwazin vê yekê pêk bînin û li hundir û derve dijminatiyê li vê projeyê dikin.”

Endamê Nûnertiya Rêveberiya Xweser Fethullah Huseynî bal kişande ser binpêkirinên dermirovî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê çeteyên Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin.

Huseynî diyar kir ku vegera li 2011’an nayê qebûlkirin û kes jî vê yekê qebûl nake û got: “Projeya me ya Rêveberiya Xweser projeyeke nû û çareseriyê ye ji bo hemû pêkhateyên herêmê. Divê Sûriye bawerî bi Kurdan û hêzên wê QSD’ê bîne.”

Herî dawî Huseynî anî ziman ku kesên ku DAIŞ têk bir li ber çavê hêzên navneteweyî tên hedefkirin û ragihand: “Divê piştgirî ji Rêveberiya Xweser û hêzên ku DAIŞ têk birin re, bê dayîn. Van şervanan parastina hemû mirovahiyê kirin.”