​​​​​​​Mihemed Şahîn: Divê nirxên şoreşa Rojava bên parastin

Mihemed Şahîn bang li hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê kir ku bi heman rihê ku piştgirî dane berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞʹê û alîgirê wê yê sereke dewleta Tirk a dagirker, nirxên şoreşa Rojava biparêzin.

​​​​​​​Mihemed Şahîn: Divê nirxên şoreşa Rojava bên parastin
1 mijdar, 2022   04:26
KOBANÊ

Ji sala 2014'an ve, her sal 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Piştgiriya Berxwedana Kobanê ye. Ev berxwedan bi qasî 5 mehan li kantona Kobanê ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastin Jinê (YPJ) û şervanên enternasyonalîst û bi destekeke mezin a gelê Kurdistan û cîhanê, pêk hat. Di encamê de çeteyên DAIŞ'ê di dagirkirina bajar de bi bin ket û rastî şikestineke dijwar hat.

Bi vê boneyê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Mihemed Şahîn diyar kir ku beriya 8 salan pêkhateyên herêmê pergal û projeyek nû ya demokratîk ragihandin ku vîna gel îfade dike û AKP'ê hizra ku dê ev fikir li nêzî wê pêk were, tehemul nekir, ji ber vê yekê ji bo têkbirina şoreşa Rojava û jiholêrakirina vîna gelê Kurd û rola wî ya pêşeng di projeya demokratîk de, bi awayekî vekirî destek da DAIŞ û hêzên tarî.

Şahîn got: "Dema ku cîhanê hovîtî, xwînrijandin û neheqiya DAIŞ'ê ya li ser gelê Kurd, bi taybetî di şerê Kobanê de dît, êdî wê rastiya Şoreşa Rojava nas kir. Ev yek bû sedema tevgereke mezin a navneteweyî, her wiha zext li hikumetên gelek dewletên cîhanê kirin da ku berxwedana Kobanê qebûl bikin û piştgirî bidinê."

Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgeha Girava Îmraliyê de, seferberiya giştî ragihand û bang li civata Kurdistanê kir ku Kobanê biparêzin û nehêlin ku bikeve destê DAIŞ'ê.  Ev jî di şerê çarenûsî yê Kurdan li Rojava û Kurdistanê de qonaxeke girîng bû.

Mihemed Şahîn wiha pê de çû: "Bi vîna gelê Kurd ê Kobanê û bi îradeya hêzên aştiyê û gelê Kurdistanê û di serî de tevgera azadiya Kurdistanê ku bedelên mezin bi piştgiriya gel û cîhanê dan, hemû faktorên ji bo serkeftina Kobanê û têkbirina hêzên tarî û hovîtiya DAIŞ'ê tevî piştgiriya rasterast a dewleta Tirk, hatin cem hev."

'DIVÊ ŞOREŞA ROJAVA Û SEMBOLA BERXWEDANÊ KOBANÊ BÊN PARASTIN'

Şahîn ji ber metirsiyên vegera çeteyan a bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker hişyarî da û wiha got: "Îro bi rêbazekî din dewleta Tirk ji bo vejandina hêzên terorîst û di serî de Cebhet El Nusra anku Heyet Tehrîr El Şam kar dike. Dewleta Tirk bi rêya van hêzan û di bin navên cuda de herêmên weke Kobanê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dorpêç dike. Tevî ku piraniya van çeteyên ku di bin ebaya dewleta Tirk de şer dikin, DAIŞ in plana êrişên nû yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser datînin."

Mihemed Şahîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berdewamiya êrişên li dijî Kobanê û Şoreşa Rojava û wiha got: "Mixabin, tevî kiryarên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me, hîn jî civata navneteweyî bêdeng e. Em bang li gelên azadîxwaz ên cîhanê dikin ku xetereya mezin a li ser Rojhilata Navîn û cîhanê ya di encama vejîna terora navneteweyî ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin, bibînin û tê bighêjin. Çalakiyên jinûve avakirina DAIŞ'ê hene. Divê Şoreşa Rojava û sembola berxwedanê Kobanê bên parastin. Divê gel zextê li hikumetên xwe bikin da ku sûcên dewleta Tirk rawestînin. Baweriya me bi hêza gel heye ku dikare zextê li hikumetan bikin. Em jî bang li van hêzên cîhanî dikin ku rola xwe di parastina ewlehiya navneteweyî de bilîzin."

(hs)

ANHA