Li Kobanê tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan hat şermezarkirin 

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan, li rojava û rojhilatê gundewarên kantonê du xwepêşandan kirin.

Li Kobanê tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan hat şermezarkirin 
31 cotmeh, 2022   13:27
KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Kobanê îro li hember tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanek li navçeya Qenaye organîze kir.

Bi dehan ciwan û şêniyên rojavayê gundewarê kantona Kobanê ku di destên wan de wêneyên rêber Abdullah Ocalan hebûn, meşiyan. Xwepêşandan ji taxa rojhilat a navçeya Qenaye dest pê kir û heya navenda navçeyê domiya.

Xwepêşandêran dirûşmên ku banga azadiya rêber Ocalan dikin wek "Bê serok jiyan nabe”, “Bijî rêber Apo”, Bijî Partiya Karkerên Kurdistan" berz kirin.

Li navenda navçeyê xwepêşandan rawestiya veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên Kongra Star ên navçeya El Qenaye Suad Eldimer axivî û got: “Fikrê di girtîgeha Îmraliyê de nikarin di girtîgehê de sînordar bikin. Divê em baş bizanin ku rêber Abdullah Ocalan û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji bo rizgarkirina mirovahiyê ji desthilatdarî û zilmê, têkoşîneke mezin didin meşandin. Fikrên rêbertî ne tenê di doza Kurd de sînordar in, ew fikr xizmeta tevahî dozên mirovahiyê dikin. Pêwîst e em ji bo azadiya rêbertî bibin yek û ji bo pêkanîna wê şev û roj bixebitin."

Li navçeya Şêran a rojhilatê Kobanê jî, xwepêşandan bi beşdariya bi dehan ciwan û şêniyan ji pêşiya meclisa navçeyê dest pê kir û heya qada şaredariyê domiya. Xwepêşandêran wêneyek mezin ê rêber Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa "Li dijî tecrîd, îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" bilind kiribûn.

Li qada şaredariyê ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê yên herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî û tecrîda ku rayedarên dewleta Tirk a dagirker li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike, şermezar kir.

Hebûn diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girantir dike da ku nehêle fikr û felsefeya wî bighêje gelê wî, lê tevî vê yekê jî fikrê wî di nav gel de belav bûye û ew li ser şopa wî dimeşin.

Hebûn Mihemed diyar kir ku divê şênî û ciwan çalakiyên xwe zêdetir bikin û heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan li qadan bin.

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(hs)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bzh0ZQgAQA4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>