​​​​​​​YRK: Gerîla Sîrvan Sine şehîd bû

YRK’ê ragihand ku gerîla Sîrvan Sine ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûbû, şehîd bûye.

​​​​​​​YRK: Gerîla Sîrvan Sine şehîd bû
31 cotmeh, 2022   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN 

Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 26'ê Îlona 2022'yan li herêma Asosê di êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de gerîlayek birîndar bûye.

YRK'ê diyar kir ku gerîla Sîrvan Sine birîndar bûbû û di 5'ê Cotmehê de şehîd bû.

YRK'ê ragihand ku gerîla Sîrvan Sine sala 1989'an li gundê Tengiser ê Sineyê ji dayik bû. Piştî ku çapemeniya PJAK'ê ragihand ku 6 gerîla li Qendîlê şehîd bûn, vê yekê bandoreke mezin li Sîrwan Sine kir û sala 2008'an tev li nava refên gerîla bû.

YRK'ê diyar kir ku sersaxî ji malbata şehîd Sîrwan Sine û gelê Kurdistanê re xwest û destnîşan kir ku gel û ciwanên Kurd wê xwedî li şehîdan derkevin. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em jî weke Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê soz didin ku xwedî li van nirx û kedên hevrêyên xwe derkevin, alaya wan ji me re hiştine heta dawiyê bilind bikin û tolê hilînin."

YRK'ê ragihand ku 29'ê Cotmehê di êrişên hewayî de yên li ser nuqteyên cuda yên herêma Asosê gerîla Serhed, Dilogan û Baher şehîd bûne û agahiyên berfireh ên li ser nasnameya şehîdan wê piştre eşkere bike.

Agahiyên li ser nasnameya gerîlayê şehîd bûye, wiha ne:

Nav paşnav: Hiseyîn Rehmetî

Nasnav: Sîrvan Sine

Dem û cihê jidayikbûnê: 2022, Asos