​​​​​​​ Hewldanên lihevhatina Enqere û Şamê mijarên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketin, mijarên nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker bi hikumeta Şamê re, valahiya hikumet û serokkomariya Lubnanê û rewşa Iraqê girtin dest.

​​​​​​​ Hewldanên lihevhatina Enqere û Şamê mijarên rojnameyên erebî ne
31 cotmeh, 2022   07:13
NAVENDA NÛÇEYAN

HESABÊN NÊZÎKBÛNA BI ŞAMÊ RE TIRKIYÊ NEÇAR DIKE KU KOMÊN LI BAKURÊ SÛRIYÊ KONTROL BIKE

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Desthilata Tirk plan dike ku komên artêşa nîştimanî ya azad ya alîgirê xwe li bakurê Sûriyê tev li artêşeke yekbûyî û di bin fermandariyekê de bike yek, da ku rewşa parçebûn a ku bû sedema dûbarebûna rewşên kuştina navxweyî bi dawî bike û di encamê de îsyanê kontrol bike û hewldanên başkirina têkiliyên bi rejîma Sûriyê ya li Şamê hêsan bike.

Malpera “Middle East Eye” ya brîtanî li ser zarê çavkaniyên ewlekarî yên Tirkiyê ragihand ku hemû kom û pêkhateyên artêşa nîştimanî ya azad li gor plana nû dê bên hilweşandin.

Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku hemû komên leşkerî yên girêdayî artêşa nîştimanî ya azad dê ji herêmên sivîlan vekişin û dê artêşeke rêxistinkirî bi fermandariya navendî bê avakirin. Her wiha dûr xist ku Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra a berê) tev li nava artêşa nîştimanî ya azad were kirin ji ber ku ew ne beşek ji hesabên Tirkiyê ye.

Şirovekarê siyasî Hesen El Nîfî dibêje ku armanca hikumeta Tirkiyê ji hewldanên ku komên leşkerî di nava artêşekê de bike yek, ew e ku rexneyên li ser xwe yên girêdayî gendelî û aloziya ewlehiyê rake, ji ber ku hikumeta Tirkiyê weke çavdêr an alîkarê vê rewşê ye.

Di van demên dawîn de, Enqere bi awayekî berbiçav dest bi nêzîkbûna bi hikumeta Beşar Esed re kir, piştre jî xwesteka nêzîkbûnê bi daxuyanîyên rayedarên Tirk derket holê, ji Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Derve yê wî Çavuşoglu berî çend rojan tekezî li ser girîngiya gihiştina çareseriyekê di navbera her du hikumetan de; hikumeta Sûriyê û opozîsyona Sûriyê kir.

El Nîfî îşaret bi vê yekê dike ku divê li hewldanên Tirkiyê yên başkirina têkiliyan bi hikumeta Sûriyê ya li Şamê li vê mijarê bê nihêrtin, ji ber ku her nêzîkbûnek yan her projeyeke lihevhatinî û asayîkirina bi Şamê re, pêwîste Tirkiyê li ser rewşa koman yan jî rewşa artêşa nîştimanî ya azad a ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê piştgirîkirin û rêvebirin, di ber çavan re derbas bike.

Şirovekar diyar dikin ku Tirkiye dixwaze dorpêça xwe li ser bakurê Sûriyê xurt bike û hinek wê aram nîşan bide, piştre lihevhatinekê her çend nazik jî, di navbera Şamê û opozîsyona wê de pêk bîne, ji wê zêdetir dosya penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê çareser bike wan vegerîne bakurê Sûriyê. Bi vê yekê şansên AKPʹê ya bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de zêde dibe. Her wiha binpêkirin û zêdegaviyên komên artêşa nîştimanî ya azad di rûpela Tirkiyê de spî bike.

Beriya hilbijartinên serokatiya Tirkiyê Enqere hewl dide rewşeke ewle li bakurê Sûriyê peyda bike. Her wiha niyet dike ku hejmareke mezin a penberên Sûriyê vegerîne herêmê. Ev yekî li rewşeke ewle û piştgiriyekê dixwaze. Diyar e ku Tirkiyê dewletên Yekitiya Ewropayê yên ku naxwazin hîn zêdetir penaber derbasî xaka Tirkiyê bibin, bi aliyê xwe ve bikişîne.

Çend hefteyên derbasbûyî, Heyet Tehrîr El Şam li rojavayê Sûriyê berfireh bû û li bajarê Efrînê serwer bû, piştre berî da bajar Ezazê ku yek ji herêmên sereke yên opozîyonê li Sûriyê ye ku ʹartêşa nîştimanî ya azad" a ku desteka xwe ji Enqerayê digire lê serwer bû. Ev yek di nava bêdengiya Tirkiyê de pêk hat, tev ku ev kom girêdayî wê ne. Çavdêr diyar dikin ku bêyî Tirkiyê ev kom nikarin berfireh bibin."

LUBNAN DI VALAHIYÊ DE YE

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya El Beyan nivîsî: “Piştî 6 salan ji peywira serokkomariya Lubnanê, Mîşêl Ewn ji Koşka Biebde derket. Hêviyên hilbijartina serokkomarekî nû avakirina hikumetekê ku vê valahiyê dagire, kêm in. Lubnan îro fermi derbasî pêvajoya valahiyê dibe.

Beriya ku derkeve, Ewn biryara îstifakirina hikumeta meşandina kar ya bi serokatiya Necîb Mîqatî, îmze kir. Çavkaniyên agahdar ji rojnameyê re diyar kirin ku vê yekê rê li tesfiyekirina hesaban vekir. Heman çavkaniyan destnîşan kir ku Ewn hewl dide kaxizan tevlîhev bike û tevlîheviyê derxîne, ku dibe piştî wê zavayê wî Cubran Basîl bibe serokkomar. “

HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT ÊN IRAQÊ LI BENDA PERFORMANSA SÛDANÎ Û LIHEVHATINA BI SEDR RE NE

Rojnameya Şerq El Ewsat jî li ser rewşa Iraqê ev tişt nivîsîn: “Hikumeta Iraqê xwe neçarî lidarxistina hilbijartinên pêşwext sala bê kir, şert ew e ku qanûn ji aliyê parlamentoyê ve neyê guhertin, ku hemwextî nebûna Sedr, hêzên Çarçoveya Hemahengiyê û partiyên hevalbendên wê serwer in. lê belê li gorî nîşaneyan, ev dema hatî diyarkirin ne ferz e û xwe dispêre du faktorên çarenûsî; performansa hikumetê û rêbazê ku dê Muqteda Sedr pê vegere proseya siyasî. Li gorî texmînên şêwirmendên siyasî, hilbijartinên tekane ku di serdema hikuemta Sûdanî de û bi çavdêriya komîseriya heyî bên lidarxistin, dê hilbijartinên meclisên parêzegehan bin ku partiyên sunî piştevaniyê wê dikin. Lê belê Kurd û Şîe heta niha ku heyecanê ji bo wê nîşan nadin.

Hêzên siyasî li benda sê mehên pêş in, da ku performansa Sûdanî di rêvebirina hikumetê de binasin, ku gelo dê karibe vê derfetê bi kar bîne û hevalbendên xwe îqna bike ku dema qanûnî beriya dema asayî ya lidarxistina hilbijartinan temam bike û neçar nebe ku hilbijartinên pêşwext li dar bixe. Çavkaniyên siyasî yên têkildarî dosyaya hilbijartinan dibêjin ku biryara lidarxistina hilbijartinan dê beriya sê mehan neyê girtin, eger ew yek pêk hat, herî kêm pêwîstiya hêzên siyasî bi salekê heta sal nîvekê heye ku parlamento di vê demê de guehrtinên pêwîst wekî zemînekê ji bo proseya dengdanê, pêk bîne.”