Rûspiyê eşîra Selman hikumeta Şamê têkildarî lihevhatina bi Tirkiyê hişyar kir

Berdevkê Meclisa Kombûna Eşîrên Bokemalê li rojhilatê Dêrazorê destnîşan kir ku nêzîkbûna dagirkeriya Tirk û hikumeta Şamê dê xerabî û şer ji sûriyan re bîne û bang li siyasetmedarên sûrî kir ku zextê li hikumeta Şamê bikin da ku krîza Sûriyê bi diyalogê çareser bike.

Rûspiyê eşîra Selman hikumeta Şamê têkildarî lihevhatina bi Tirkiyê hişyar kir
31 cotmeh, 2022   06:08
DÊRAZOR – FATME EL EBID

Piştî damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe ji bo êrişkirinê şandin herêmê. Lê armanca dewleta Tirk a dagirker di dirêjahiya krîza Sûriyê de "hilweşîna rejîmê" bû.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berê xwe daye lihevhatina bi hikumeta Şamê re.

Girêdayî mijarê, berdevkê Meclisa Eşîrên Bokemalê ya rojhilatê Dêrazorê û rûspiyê eşîra Selman, Selah Selman ji ajansa me re wiha axivî: “Nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk û Sûriyê de ji berê de hatiye plankirin û armanc jê ne çareserkirina krîza Sûriyê ye, lê belê têkbirina projeya neteweya demokratîk e.”

Selman wiha domand: “Tu hikumetek ku nûnertiya gel dike û di heman demê de bi hikumeteke dagirker re li hev bike, tune ye. Ev yek ne li gor berjewendiya sûriyan e. Deweleta Tirk bi bihaneya parastina 'ewlehiya xwe ya neteweyî' baregehên xwe li xaka Sûriyê ava kirin û bi heman hincetê êriş dike."

Selman destnîşan kir ku pêşwazkirina hikumeta Şamê ji vê lihevhatinê re xeteriyeke mezin li ser sûriyan çêdike û dikeve xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk û ev tişt anî ziman: "Em baş dizanin armanca dewleta Tirk çi ye. Em wê yekê ji dîroka wê ya tijî komkujî û sûcên ku Osmaniyan pêk anîne dizanin."

Selman li axaftina xwe wiha zêde kir: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya vê nêzîkbûnê projeya neteweya demokratîk têk bibe, ji ber ku ew wê projeyê wek metirsiyekê ji xwe û niyetên xwe yên dagirkirina herêmê re dibîne.”

Selman wiha pê de çû: “Em beşek ji gelê Sûriyê ne û dikarin vê kzîrê çareser bikin. Em bang li siyasetmedarên sûrî dikin ku zextê li hikumeta Şamê bikin da ku ew beşdarî diyaloga sûrî-sûrî bibe, ji ber ku bi vê rêyê dê mafên hemû pêkhateyan werin parastin.”

Selman diyar kir ku nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker ji hikumeta Şamê dê temenê krîza Sûriyê dirêjtir bike û xerabî, talanî û koçberiyê ji sûriyan re bîne ku di encamê de tenê gelê Sûriyê dê zirarê bibîne, her wiha dê şaneyên terorîst li herêmê me jî werin vejandin.

Di dawiya axaftina xwe de, Selman hikumeta Şamê ji siyasetên dagirkeriya Tirk ên qirêj hişyar kir.

(mh)

ANHA