Serokkomarê Lubnanê cihê xwe vala dihêle

Serokkomarê Lubnanê Mîşêl Ewn îro ji Koşka Serokatiyê derdikeve û welêt bi valahiya serokatiyê re rû bi rû dihêle.

Serokkomarê Lubnanê cihê xwe vala dihêle
30 cotmeh, 2022   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya rojekê ji bidawîbûna dema wîlayeta wî, îro serokkomarê Lubnanê Mîşêl Ewn ji Koşka Serokatiyê derdikeve û welêt di bin siya hikumeta meşandina kar (demkî) de dihêle. Ev yek dîsa Lubnanê bi tevlîheviya destûrî, siyasî û ewlehiyê re rû bi rû dihêle.

Parlamantoya Lubnanê heta niha nekarî li ser hilbijartina seorkkomarekî nû piştî Mîşêl Ewn li hev bike.

Îro, Lubnan derbasî pêvajoya valahiya serokatiyê dibe. Li gorî çavdêran, êdî ne gengaz e ku tu geşedan di ware siyasî de li Lubnanê çêbibin. Ne lihevkirina li ser hilbijartina serokkomarekî nû bi rêya Meclisa Nûneran a parçebûyî heye, ne jî şensên avabûna hikumeteke nû di kêliyên dawîn ên wîlayeta serokatiyê de hene, li gel nakokiyên di navbera blokên siyasî yên Lubnanê de.

Beriya ku ji Koşka Serokatiyê derkeve bi rojekê, Mîşêl Ewn hişyarî da ku ji ber hilnebijartina serokkomarekî nû û li gel hikumeta meşandina kar dibe ku welat bikeve “tevlîheviya destûrê”.

(cx)