Li Somalyayê teqîn; bîlançoya qurbaniyan giran e

Li paytexta Somalya Mogadîşûyê teqîneke mezin çêbû. Di encama teqînê de herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 300 kesî birîndar bûn.

Li Somalyayê teqîn; bîlançoya qurbaniyan giran e
30 cotmeh, 2022   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Somalyayê Hasan Şêx Mahmûd vê sibehê bi daxuyaniyiekê got, “Şemiyê, li pêş Wezareta Perwerdeyê ya li Modadîşûyê du erebeyên bobmebarkirî teqiyan. Di encamê de herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest daye, zêdetirî 300 kes jî birîndar bûne.”

Tu aliyan êriş negirt ser xwe. Lê belê serokkomarê Somalyayê “Tevgera Şebab” a girêdayî El Qaîdeyê tawanbar kir.

“Tevgera Şebab” a Somalyayê pirî caran êrişên ku tê de hejmarên mezin dibin qurbanî, nagire ser xwe.

Êriş li heman cihî pêk hat, ku di Cotmeha 2017`an de mezintirîn teqînên li Somalyayê rû dabû.

Wê demê, kamyoneke bombebarkirî li cihekî qerebalix teqiyabû û di encamê de zêdetirî 500 kesî jiyana xwe ji dest dabû.

(cx)