Raperîna bi pêşengiya jin û ciwanan 44 roj in didome

Li gorî nûçeya Rojnews`ê li bajarên Sine, Mehabat, Bokan, Miyandoaw, Pîranşar, Merîwan, Seqiz, Kirmaşan û gelek navendên din ên Rojhilatê Kurdistanê di roja 44’an de ciwan û jinan ji xwepêşandanan re pêşengî kirin.

Raperîna bi pêşengiya jin û ciwanan 44 roj in didome
30 cotmeh, 2022   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Kirmaşanê meresîma çilrojiya Mîno Mecîdî ya ku di xwepêşandanan de hate qetilkirin li ser gora wê û mala wê hate kirin.

Li ser gora wê dirûşmeyên, “Şehîd namirin” ,“Bimre dîktatorî’ û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Bavê yek ji ciwanên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dayî, li goristanê axivî û diyar kir ku kurê wî berî ku tevlî xwepêşandanê bibe, jêre gotiye, “Ti şoreşek bêyî rijandina xwînê sernakeve.” Herwiha keça Mîno Mecîdî li mal bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” dayika xwe bîr anî.

Li gelek taxên Sine, Merîwan, Seqiz, Mehabat, Pîranşar, Miyandiwa û Bokanê ciwanan bi pêxistina agir û girtina riyan û dirûşmeyan çalakî kirin.

Li bajarê Sine xwendekarên Zanîngeha Kurdistanê xwepêşandana berfireh kirin. Hêzên rejîma Îranê bi gule û gaza îsotê hewl da xwendekaran belav bike.

Li Zanîngeha Peyam Nurî û Merîwanê jî bi heman awayî xwendekaran bi dirûşmeyên, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bimre dîkdatorî” çalakî kirin.

Li gelek zanîngehên Îranê çalakî û nerazîbûnan berdewam kirin. Bi taybet li Kolêja Teknîkî ya Zanîngeha Tehranê, Kolêja Zanistî ya Civakî ya Zanîngeha Elame, Zanîngeha Bijîşkî ya Elbriz, Zanîngeha Azadî ya Meşhed, Zanîngeha Neşîrwanî ya Babol, Zanîngeha Erak, Zanîngeha Ehwaz û gelek zanîngeh û peymangehên din li dijî desthilata Îranê û çewiandina xwendekaran nerazîbûn nîşan dan

Şeva borî jî li çend qadanên Tehran, bajarê Astara ya li bakurê Îranê û gelek bajarên din ên Îranê xwepêşandan û nerazîbûn hebûn. Li bajarê Erakê bi sedan kes tevlî merasîma veşartina ciwanekî ku di rojên borî di xwepêşandanan de hatî kuştin bûn. Piştî veşartina cenaze, merasîm veguherî xwepêşandanê û hêzên dewletê hewl da bi riya şîdetê girseyê belav bike.

Duh Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Hisên Selamî gef li xwepêşanderan xwar û got: “Îro em ê dawî li xwepêşandanan bînîn.”