Şêniyên Minbicê bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Minbic û gundewarên wê ji bo şermezarkirina êrişên kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê çalakiyek li dar xistin û got ev êriş berdewam planên osmanî li dijî gelê herêmê ne.

Şêniyên Minbicê bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir
Şêniyên Minbicê bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir
Şêniyên Minbicê bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir
Şêniyên Minbicê bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir
Şêniyên Minbicê bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir
Şêniyên Minbicê bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir
29 cotmeh, 2022   12:51
MINBIC

Bi diruşma "Werin Cenga azadiyê" şêniyên Minbicê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla ji bin konê çalakiyê ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê li naverasta bajêr li dar xistiye, şermezar kirin.

Di çalakiyê de bi sedan şêniyên bajêr û gundewarên wê, şêx û rûspiyên eşîrên Ereb, nûnerên ji partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê amade bûn.

Di bin kon de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên gerîla yên di êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk de şehîd bûbûn, pankartên "Em bibin yek, tolê hilînin û dagirkeriyê têk bibin", "PKKê hebûna demokratîk û yekane projeya jiyana hevbeş, wekhevî û azad e, ji lew re dem hatiye ku ji "lîsteya terorê" derkeve" û "Dem dema azadiya rêber Apo ye" û "Werin cenga azadiyê" hatin daliqandin.

Di çalakiyê de endama rêveber a Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Emîne Osman wiha got: "Hîna faşîsta Tirk bi serkêşiya AKPê di siyasetên xwe yên nîjadperestî de ku gelê herêmê têk bibe dewam dike."

Emîne wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de hemû çekên kîmyewî di şerê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li çiyayên Kurdistanê de bi kar anîn, di encamê de gelek gerîla li herêmên Zap û Avaşînê şehîd bûbûn, herî dawî jî 17 gerîla şehîd bûn."

Li aliyekî din jî cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Adil Mihemed wiha got: "Dîroka dewleta Tirk a dagirker li ser qirkirina gelên siyasetên wê yên neteweperestî red dikin û banga çarenûsa xwe dikin, hate avakirin."

Mihemed bal kişand ser rêbazên cuda yên ku artêşa Tirk a dagirker di hedefgirtina gelan de bi kar tîne û wiha domand: "Dewleta Tirk di vê dawiyê de balafirên bêmirov ji bo hedefgirtina welatiyan bi kar anîn. Lê bi vê yekê tenê nekir û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîn."

Endamê rêveber ê Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan Huzeyfe Ebdo da zanîn ciwan siyasetên dewleta Tirk ên paşguhkirina gelan û ferzkirina desthilta Osmanî red dikin û wiha got: "Em li dijî projeya Tirkî ya Osmanî li kêlek HPG û hemû berxwedêran in."

Her wiha endama rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê Ruweyda Hinêzel bikaranîna dewleta Tirk a dagirker ji çekên kîmyewî re li dijî HPG û bêdengiya navneteweyî li hember siyasetên rejîmên destpot şermezar kir û wiha got: "Bikaranîna çekên kîmyewî nîşaneya acizbûna wê li hember berxwedana gelên azadîxwaz  û berxwedana HPG ku parastina gelên bindest dike."

Çalakî bi pêşandana dîmenên belgekirî yên ji Herêmên Parastinê yên Medyayê ku dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî li dijî gerîla pêk tîne û berxwedana gerîla bi dawî bû.

(fr)

ANHA