​​​​​​​Pêşangeha "Efrîn banga me dike..Qêrîna Sûriyê" dest pê kir

Pêşangeha şêwekariyê ya "Efrîn banga me dike..Qêrîna Sûriyê" li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest pê kir.

​​​​​​​Pêşangeha "Efrîn banga me dike..Qêrîna Sûriyê" dest pê kir
29 cotmeh, 2022   12:58
HELEB

Pêşangeha Şêwekariyê ya "Efrîn banga me dike..Qêrîna Sûriyê" ji aliyê Komîna Wênesaziyê ya Şehbayê bi hevkariya MSDʹê ve li devera Cebatan a beşê rojhilatê ê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat vekirin.

Armanc ji vê pêşangehê ew e ku dengê xelkê kantona Efrînê ya dagirkirî bighînin qada navneteweyî û balê bikişîne ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê û berxwedana şêniyên Efrînê ya li hemberî dagirkeriyê.

Ji herêmên cuda yên Sûriyê bi dehan jin, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û malbatên şehîdan di merasîmê vekirina pêşangehê de amade bûn.

Axaftina destpêkê ji aliyê hevseroka MSDʹê Emîne Omer û hevseroka Komîna Wênesaziyê ya kantona Şehbayê Sebah Elî ve hat kirin.

Emîne Omer spasiya kesên ku di vekirina vê pêşangehê de ked dan û diyar kir ku ev pêşangeh balê dikişîne ser koçberî, berxwedan, hêvî û îsrara vegerê.

Emîne Omer diyar kir ku beriya 4 salan Efrîn bi komployeke navneteweyî hat dagirkirin û niha jî sûcên qetilkirin, wêrankirin, texîbkirin û guhertina demografî têne kirin. Emîn Omer ev sûc bi " planeke mezin a domdar" bi nav kir.

Hevseroka MSDʹê Emîne Omer bal kişand ser kontrola Heyet Tehrîr El Şam li ser bajarê Efrînê û wiha domand: "Mijar veguhestina rolan e, parastina siyasetên xirabkirin, pêkanîna sûcan  û binpêkirinan e."

Hevseroka Komîna Wênesaziyê Sebah El Elî diyar kir ku pêşangeh berhemên hevkariya gelek şêwekaran e û armanc jê ew e ku azarên koçberên Efrînê nîşan bide.

Pêşangeh ji aliyê dayika şehîd Serbilind, Sebah Bekro ve hat vekirin. 40 şêwekarên ji temenên cuda bi wênexêzên xwe beşdarî pêşangehê bûn. Di pêşangehê de 100 tablo hatin daliqandin.

Pêşangeh wê du rojan dewam bike.

ANHA