​​​​​​​Li Efrînê sûcên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam zêde dibin

Çavkaniyên ji hundirê kantona Efrînê ya dagirkirî da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam gelek sûc û binpêkirin li dijî şêniyên kantona Efrînê kirin.

​​​​​​​Li Efrînê sûcên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam zêde dibin
29 cotmeh, 2022   12:26
ŞEHBA

Piştî çeteyên ‘Heyet Tehrîr El Şam’ (Cebhet El Nusra ya berê) li Efrîna dagirkirî bi fermana dewleta Tirk a dagirker belav bûn, dest bi sûc û binpêkirina li dijî welatiyan kirin.

Çavkaniyên ji Cindirêsê diyar kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bi hinceta "zekatê" berhemên zeytûnan didizin û li şêniyan neçar dikin ku zekatê bidin.

Welatiyekî ji Cindirêsê got çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bi darê zorê berhema wî ya zeytûnan jê girt û bi hinceta "zekatê" nîvê jê stend.

Çavkaniyên ji heman navçeyê da zanîn ku çeteyên "Polîsên Hesbe" çarşef li jinan ferz kiriye.

ÇETEYAN ZAROKEK QETIL KIR

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam zarokekî 17 salî li navçeya Cindirêsê bi sedemên nediyar, piştî îşkenceya li pêş çavê şêniyan, qetil kir.

Çavknaniyan eşkere kir ku qaşo "saziya ewlehiay giştî" ya çeteyên Heyet Tehrîr El Şam pêncşema borî li navenda Efrînê bi ser malên welatiyan de girt û gelek welatî revandin.

(fr)

ANHA