Li Derayê di nava 3 rojan de 9 kes hatin kuştin

Li Derayê alozî dewam dike. Di nava 3 rojên dawî de 9 kes hatin kuştin.

Li Derayê di nava 3 rojan de 9 kes hatin kuştin
29 cotmeh, 2022   12:29
NAVENDA NÛÇEYA

Li parêzgeha Derayê ya başûrê Sûriyê aloziya ewlehî dewam dike. li gorî SOHR, di kêmî 72 saetên dawî de 9 kes ji leşkerên hikumeta Şamê û fermandarên çekdarên xwecehî hatin kuştin

26ʹê Cotmehê li bajarokê Şecera yê herêma Hewaza Yermûk ê gundewarê rojava yê Derayê çekdarên nenas gule li welatiyekî reşandin dema ji mizgeftê derdiket û wî kuştin.

28ʹê Cotmehê jî li derdora bajarokê Mizêrîb ê gundewarê rojava cenazeyê ciwanekî hat dîtin.

Heman rojê li bajarokê Casim ê bakurê Derayê cenazeyê çeteyekî koma "Ceyş Xalid" hate dîtin ku ji aliyê çekdarên xwecehî ve hat kuştin. Kuştî ji bajarokê Şecera ye piştî ku "çareserî" bi hikumeta Şamê re pêk anîn, çalakiyên xwe di nava DAIŞʹê de dewam kir.

Her wiha di êrişeke xwekujî ya DAIŞʹê ya li ser mala fermandarekî berê  de 5 fermandarên çekdarên xwecehî yên berê hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Li gorî SOHR, ji destpêka îsal ve 457 êriş bi rêbazên cûda li Derayê hatine kirin, di encamê de 400 kes hatin kuştin ku piraniya wan sivîl û leşkerîn hikumeta Şamê û yên ku "Çareserî" pêkanîne ne.

Ji vê yekê diyar dibe ku hikumeta Şamê nikare herêmên ku lê "Çareserî" ferz kirine, bi taybet Derayê ewle bike, di encamê de herêmê veguheriye qada kuştinê bêyî ku hesab were pirsîn.