​​​​​​​Komkara Erebî wê êrişên dewleta Tirk ên li ser Iraqê nîqaş bike

Wê di vê hefteyê de Komkara Erebî li welatê Cezaîrê bicive û gelek rojevên têkildarî Rojhilata Navîn binîrxîne. Tê gotin ku yek ji mijaran êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê ye.

​​​​​​​Komkara Erebî wê êrişên dewleta Tirk ên li ser Iraqê nîqaş bike
29 cotmeh, 2022   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Sekreterê Komkara Erebî Husam Zekî ji medyayê re ragihandiye ku wê di vê hefteyê de Komkara Erebî li ser hinek mijarên welatên Erebî yên weke krîza Sûriye, Yemen, Lîbya, Iraq û destwerdana Tirkiye û Îranê bicive.

Cîgirê Sekreterê Komkara Erebî Husam Zekî diyar kir ku biryare ku li ser êriş û destwerdana Tirkiyeyê û binpêkirina serweriya Iraqê guftûgo were kirin.

Duh Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê, ji bo tevlîbûna civîna lûtkeya Komkara Erebî çû Cezayîrê.

Wezareta Derveya Iraqê li ser serdanê daxuyanî da û ragihand ku duh Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê li gel hinek wezîrên derve yên welatên Ereb civiya û mijar û bernameya civînê nirxandine.