Polîsên hikumeta Şamê destdirêjiyê li jinan dikin

Destdirêjî diyardeyeke cîhanî ye ku li piraniya dewletên cîhanê bi rêjeyên cuda heye. Lê li Sûriyê rewş cuda ye, dema kesê erkdarkirî ku li dijî vê diyardeyê kar bike karê destdirêjiyê bike, wê demê karesat e û bandorên wêranker li ser civakê çêdike.

Polîsên hikumeta Şamê destdirêjiyê li jinan dikin
29 cotmeh, 2022   06:15
HELEB – XEYS ŞEMSEDÎN

Nûçegihanê me xwe gihand çend şahid û kesên ku ji aliyê endamên dezgehên ewlehiyê ve li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de rastî destdirêjiyê hatine.

AVAHIYA EDLÎ; JI CIHÊ EDALETÊ BER BI CIHÊ DESTDIRÊJIYÊ VE

Welatiyekî ku li herêmên hikumeta Şamê dijî, nexwest navê xwe yê rast eşkere bike û bi navê Rodî axivî, diyar kir ku ew bûye şahidê destdirêjiyekê ya bi îşaret û gotinan li hember welatiyekê. Ev yek jî ji aliyê endamên polîsan ên avahiya edlî ya bajarê Helebê ve hatiye kirin. 

Rodî behsa bûyera ku pê re çêbûyî dema ku li avahiya edlî di rêza xwe de bû, kir. Rodî wiha got: "Min dît yek ji endamên ku cilên polîsan li xwe  kiribûn, nêzî keçekê di heman rêza ku ez tê de bûm, bû. Ji bo parastina ewlehiyê û sîstemê endamê ewlehiyê heye, ne ku destdirêjiyê li xelkê bike."

Rodî wiha lê zêde kir: "Rewş ne asayî bû û pêwîstî bi destwerdanê hebû. Ji ber wê jî  welatiyekî ji polîs xwest ku ji wir biçe cihê deriyê sereke. Me jê xwest ku biçe, ew çû, lê piştî çend deqeyan vegeriya û du endamên bi çek pê re hebûn. Weke ku vegeriyabe da ku desthilata xwe ferz bike. Dawiyê jî ew keç ji rêza em tê de û ji avahiya edlî bi temamî derket. Ji ber ku êdî wê li beramberî tevgerên aliyê ku gerek em giliyên xwe li cem wan bikin, venehesî." 

‛KETAIB BAS" NOBETDARÊN ZANÎNGEHÊ YÊN DESTDIRÊJIYÊ DIKIN’

Keçekê ku nexwest navê xwe yê rast eşkere bike û bi navê Buşra, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku pir caran ew di rê de dema diçe zanîngeha xwe rastî gelek zehmetiyan tê. Ji çûnûhatin û qerebalixiyê bigire heta "gotinên nebaş" yên li ber deriyên zanîngeha wê ya Helebê.

Buşra wiha pê de çû: "Ez gelek caran rastî destdirêjiya devkî ji aliyê endamên ku cilên leşkerî li xwe kiribûn û logoya "Ketaib Bas" li ser cilên wan hebû, hatime. Tevî ku me gelek caran li cem serokatiya zanîngehê giliyê xwe kiriye jî, lê piraniya van endaman piştgiriya wan tê kirin û guh nadin ne gilî û ne jî serokatiya zanîngehê."

Buşra her wiha got ku ew pir caran rêya xwe diguhere da ku ji vê diyardeyê xilas bibe. Ev diyarde piştî aloziyê zêdetir bûye, ew jî ji ber gendeliyê û sekneke qanûnî yan jî exlaqî pêk tê.

  Ji Helebê de di 2012’yan de bi destê sekreterê giştî, cîgirê Partiya Basê li Sûriyê Hîlal Hîlal "Ketaib Baas" hat avakirin. Piraniya kesên ku tev li wê bûne, endamên partiyê ne û erka wan parastina çend sazî û şaxên partiyê ye.

(hs)

ANHA