​​​​​​​Artêşa Îranê li Şarbajêrê welatiyek qetil kir û 2 birîndar kirin

Li Şarbajêr a ser bi Silêmaniyê di êrişa artêşa Îranê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn.

​​​​​​​Artêşa Îranê li Şarbajêrê welatiyek qetil kir û 2 birîndar kirin
28 cotmeh, 2022   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Qaymeqamê Bajaroka Çiwarta ya ser bi Silêmaniyê ve  Şaho Osman ragihand ku bi êrişa artêşa Îranê de welatiyek herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û 2 birîndar bûn û got: “Ew her sê kes xelkê gundê Merwê ya ser bi bajaroka Sîweîl in. Ji bo taziyê xwestine biçin Bane, lê li herêma gundê Çoman hêzên Îranê pêşiya wan digire” .

Şaho Osman wiha domand: “Ji bo hatinûçûnê li wî sînorî ti deriyek fermî nîne. Wan ji daxwaz ji pasdarên Îranê kirine ku rê bidin wan biçin, lê rê nedane wan. Ji ber alozî di navbera wan de derketiye, paşdaran gule berdane wan. Ji ber gulebaranê ciwanek 33 salî yê bi navê Dastan Resûl jiyana xwe ji dest da. 2 kesên din ji birîndar bûn. Yek ji birîndaran bavê kesê jiyana xwe ji dest daye. Birîndar rakirin nexweşxaneya Silêmaniyê û di bin çavdêriya bijîşkan de ne."

Li gorî Qaymeqamê Bajaroka Çiwarta ya ser bi Silêmaniyê Şaho Osman navê herdu birîndaran wiha ye, Resûl Mehmûd Îbrahîm ê di sala 1968’an de ji dayik bûyî û Mihemed Ezîz ê di sala 1985’an de ji dayik bûyî.