​​​​​​​Kongreya Yekitiya Jinên Suryan bi dawî bû

Kongreya 4ʹemîn a Yekitiya Jinên Sûriyê ya Sûriyê bi hilbijaritna berpirsa yekitiyê ya Sûriyê û encamnameyekê bi dawî bû.

​​​​​​​Kongreya Yekitiya Jinên Suryan bi dawî bû
28 cotmeh, 2022   16:13
QAMIŞLO

Kongreya 4ʹemîn a Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyê vê sibehê bi diruşmeya "Wekheviya mirovî di navbera herdu zayendan e" li Hola Selam a bajarê Qamişloyê dest pê kir. Di kongreyê de nûnerên deste, saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl, endamên Koordînasyona Jinan, Kongra Star, Hêzên Parastina Jin ên Bêt Nehrên, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweserya Demokratîk a Herêma Cizîrê, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriye amade bûn.

 Berpirsa Yekitiya Jinan a Suryan  a Sûriyê Îlham Mutelî axaftina destpêkê ya kongreyê kir. Her wiha ji aliyê hin beşdaran ve axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinan rapora xebatên du salan ên yekitiyê hate xwendin û sînevîzyoneke li ser xebatên yekitiyê hate pêşandin. Piştre rêziknameya yekitiyê hat pejirandin.

Piştre jî hilbijartin pêk hatin, di encamê de Îlham Mutlî carek din bû seroka Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyê.

Berpirsa Yekitiya Jinên Suryan a Hesekê Şam Qeryo encamnameya kongreyê xwend.

Di encamname de hate diyarkirin ku Yekitiya Jinên Suryan di dirêjahiya salên têkoşîna xwe ya ku di sala 2005ʹan de destpê kir hewl da hemû cûreyên newekheviya di navbera herdu zayendan de rake û ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan, jinên Suryan cihê xwe di nava Yekitiya Jinên Suryan û rêxistinn jinan û yên siyasî û civakî de girtin.

Di encamnameyê de hate gotin, ji bingehê berpirsyartiya civakî û neteweyî, roja 20ʹê Tîrmeha 2013ʹan, Kongreya Damezrîner a Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyê hat lidarxistin û wiha hat domandin: "Armanca avakirina vê yekitiyê ew e ku tevahî jinên gelê xwe yên Suryan, Asur û Kilan bi rêxistin û perwerde bikin. Yekitiya Jinên Suryan wekî saziyeke giştî hemû jinên Suryan hembêz  kir û niha jî jina Suryan bûye şirîkeke rasteqîn û aktîv di parastina dozên gelê xwe û mafên wê de, gihişt asta ku ji bo parastina xwe ya rewa û maf û xaka xwe çekê rake. Jina Suryan di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de nûnertiya îradeya xwe dike, bû hevserok, cîgir û rêveber û ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk cihê xwe di hemû qadên jiyanê de girt. Bi vê yekê ev rêveberî bû destpêk û modeleke ji bo Sûriya pêşerojê û ji hemû gelên Rojhilata Navîn re çareserî ye.

Jina Suryan ji baweriya xwe ya kûr bi rola jinan di avakirin û sekna li hemberî bandorên şerên dijwar ku Sûriyê tê re derbas bû, her wiha ji bingehê baweriya xwe ya bi hêza dayîn û bidestxistina destkeftiyan, dest pê kir.

Li ser vê yekê divê em kar bikin, ji rewşa aborî û civakî ya giran dest pê bikin. Divê em ê rengê beşdarbûna xwe ya aborî di vê mercên zehmet de nîşan bidin.

Tevî rewşa dijwar xebata me dewam dike. Em ê armancên xwe pêk bînin û xeyalê xwe yê nîştimanî, pêşevrû û demokratîk bi cih bînin. Wê jinên Sûriyê bi giştî û yên Suryan bi taybet  mîna dewletên pêşketî, tevahî mafên xwe misoger bikin. Me soz daye xwe ku em ê xeta têkoşînê ya jinan dewam bikin û fedekariyan bidin. Em niha di rêya têkoşîna civakî de ne."

Di encamnameyê de banga pêkana wekheviya di navbera zayendan de hate kirin û wiha hat gotin: "Bêyî xebata civakî û bêyî beşdarbûna jinan tu maf nayên misogerkirin."

Li gor encamnameyê biryarên ku di kongreyê de hatine girtin ev in: "Ji bo endamên Yekitiya Jinên Suryan derweriyên perwerdeyê yên rêxistinî, fikirî, leşkerî, hemşîretî werin vekirin. Li bajarokê Rimêlanê akademiyek û li Tirbespiyê û Dêrikê malên Eşratur werin vekirin, her wiha ji bo zarokên Suryan kirşe û navendên perwerdeyê werin vekirin."

ANHA