​​​​​​​Roja yekemîn a komxebata jinan a li Helebê bi dawî bû

Roja yekemîn a komxebata jinan li Helebê bi nîqaşên li ser nasnameya nîştimanî ya Sûriyê ya giştî bi dawî bû.

​​​​​​​Roja yekemîn a komxebata jinan a li Helebê bi dawî bû
28 cotmeh, 2022   15:26
HELEB

Komxebata jinan a li Helebê ya ku ji aliyê Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî ve hatiye organîzekirin di roja xwe ya yekemîn de bi dawî bû.

Mijara yekemîn a komxebatê ji aliyê endama komîteya amadekar a komxebatê û endama nivîsgeha têkiliyan a MSDʹê Fatima El Hisêno ve hat şîrovekirin. Beşdaran jî li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman.

Piştî axaftina hevseroka Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî Leyla Xalid û hevseroka MSDʹê Emîne Omer, Fatima El Hisêno mijara yekemîn a komxebatê ya bi sernavê "Nasnameya nîştimanî ya sûrî ya giştî" şîrove kir.

Fatima El Hisêno di destpêkê de têgeha nasnameyê û cûreyên nasnameyê şîrove kirin.

NASNAMEYA NÎŞTIMANÎ DI QONAXÊN DÎROKÊ DE

Fatima El Hisêno got: "Di destûra Sûriyê ya sala 1920ʹî de bi zelalî behsa nasnameya nîştimanî ya Sûriyê tê kirin, lê behsa têgeha hemwelatîbûnê nayê kirin. Di madeya 11ʹan de tê gotin; sûrî li pêşberî qanûnê di maf û erkan de wekî hev in, lê nîşaneyê nasnameyê ne zelal bûn. Mîr Feysel di wê qonaxê de xwest qîraliyeke neteweyî ya nenavendî ava bike."

Fatima El Hisêno her wiha behsa nasnameya nîştimanî di dema serweriya Fransa ya li Sûriyê di sala 1920-1946ʹan de kir û wiha domand: "Di vê qonaxê de girîngî didan nasnameya nîştimanî ya sûrî ya li ser Şamê û nasnameyên xwecehî yên pirreng.  Li ser vê yekê dewlet li Sûriyê hatin avakirin, wekî dewleta Şam, dewleta Heleb, dewleta Dirziyan, dewleta çiyayê Elewiyan. Lê nîşaneyên nasnameya nîştimanî ya sûrî ku hemû sûriyan di bin banekî de kom bikin, ne zelal bû. Piştî derketina Fransa ji Sûriyê di sala 1946ʹan de sîstema siyasî li Sûriyê aram nebû û tevgerên siyasî yên ku çend çîn û nasnameyan temsîl dikirin, nekarîn nasnameyeke nîştimanî ava bikin. Burjuwaziya Sûriyê berjewendiyên xwe yên herêmî û meylên neteweperestiya Ereb ên ku di wê demê de serdest bûn, parastin.

Di qonaxa yekitiya Sûriyê û Misirê de, rewşa nasnameya nîştimanî paş dikin, ji ber ku nasnameya neteweyî ya erebî di bin serweriya îdeolojiyên neteweperest de rabûye. Ev yek di sala 1961ʹ ê de bi ragihandina Komara Erebî ya Sûriyê re bi encam bû, ku dawî li her hewldaneke rastîn a ji bo avakirina nasnameyeke nîştimanî ya Sûriyê ya berfireh anî."

Fatima El Hisêno her wiha îşaret bi rewşa nasnameya sûrî di dema serweriya Partiya Baasʹê de kir  û got: "Di vê pêvajoyê de nasnameya neteweyî ya erebî li ser Sûriyê ya  ku bi ziman, mezheb, çand, ol û etnîkên xwe pirreng e hat ferzkirin. Nasnameya nîştimanî ya ku ji aliyê Partiya Baasê ve li Sûriyê hatiye afirandin, nasnameyeke sexte ye ku tu bingeheke civakî ya nîştimanî ya rast nîne. Baasʹê yek nasname, yek al, yek welat û yek sirûd ferz kir û bi vê yekê tevna civakî ya Sûriyê parçe kir."

Fatima El Hisêno bal kişand ser bingehên nasnameya nîştimanî ya sûrî ya giştî û got: "Divê pirreng be û hemû pêkhate, reng, ol, çand, ziman û çînên civaka Sûriyê qebûl bike. Ev nasname divê li ser esasê hemwelatîbûnê be û li gor du rêgezên bingehîn were avakirin: Nasnameya neteweyî ya pêkhatî û aliyên vekirî li ser bingeha naskirin û peywendiyên aqilane û ya din naskirina destûrî û exlaqî ya nasnameyên çandî."

Piştî axaftina Fatime El Hisêno beşdaran nêrînên xwe parve kirin.

Çalakvana jinan a sûrî Sewsen Ebas diyar kir ku civaka Sûriyê tevneke civakî ye û qanûnên li Sûriyê û daxuyaniyên li ser pirrengiyê, tenê gotin in, lê li ser erdê nayên pêkanîn, ji ber vê yekê Sûriyê niha di rewşeke şer de ye.

Sewsen Ebas anî ziman ku divê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de wekhevî hebe û hemû beşdarî avakirina biryaran bibin da ku Sûriyê ji krîzê derkeve.

Helbestvan û rojnamevan Rûla Hesen jî îşaret pê kir ku divê guhrtinek di civakê de were çêkirin û li ser rewşa jinan a Sûriyê bi giştî got, "Rewşa jinan bi giştî ne baş e. Hinek jin di mijara pêkanîna wekheviyê de gihiştine astên pir bilind, hinek jî hene hîna paş ketî ne û tu astên wan zanînê tune ne. Ji bo ku ev were derbaskirin jî divê xebat were kirin û piştgirî hebe da ku rewşa wan jinan bi rêya perwerdeyê were pêşxistin."

Mamosteya qanûna navneteweyî û sefîra aştiyê li gel Rêxistina Aştiyê ya Naveteweyî û berpirsa dosyaya binpêkirin û sekretêra giştî ya Rêxistina Ewtad a li dijî gendeliyê Dr. Raîda El Debhanî bi rêya qeydeke deng beşdarî komxebatê bû. Raîde El Debhanî got: "Qanûnên navneteweyî mafên jinan diparêzin, ji ber ku jin pêşengên civakan e û bi piştgriya jinan di hemû qadan de dê rê li ber pêşxistina civakan vebe.ʹʹ

Roja yekemîn a komxebatê bi dawî bû.

ANHA