Serpêhatiya du kesên ku hewl da di herêmên dagirkerî re koçber bibin

Ebdulezîz El Elî û Ednan Mihemed ên hewl dan di rêya herêmên dagirkirî re derbasî Tirkiyê bibin û ji aliyê çete û MÎTʹê ve hatin revandin û girtin, diyar kir ku du welat ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da û zarokek dîn bû.  El Elî û Mihemed bang li ciwanan kir ku nekevin xefka lîstokan û li ser xaka xwe bimînin.

Serpêhatiya du kesên ku hewl da di herêmên dagirkerî re koçber bibin
28 cotmeh, 2022   06:30
HESEKÊ – ARAM EHMED

Roj bi roj rûyê rast  ê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere dibe. Herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin veguherîn jêdera talankirin û diziyê. Her wiha bi hevkariya hin kesên lawaza ciwanan teşwîq dikin ku beriya herêmên dagirkirî ji welat derkevin. Di encamê de dikevin nava pencên îstîxbarata Tirk û çeteyên wê.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dewleta Tirk a dagirker sînorê xwe li ber welatiyên Sûriyê vekir, piştre ew kirin çete û ew wekî kaxezên zextê li dijî Yekitiya Ewropayê bi kar anîn da ku armancên xwe bi cih bînin. Dewleta Tirk di van siyaset û şerê taybet de qaçaxçiyên mirovan bi kar tînin ku wan welatiyên herêmê teşwîqî derketina ji welat dikin.

Li herêmên dagirkirî revandina welatiyan bi armanca standina fidiyê li beramberî serbestberdana wan dewam dikin.

Ebdulezîz El Elî ji gundê Til Hemam ê herêma Çiyayê Kizwan e, di Adara borî de bi rêya qaçaxçiyekî hewl da di Serêkaniyê ya dagirkerî re derkeve Ewropayê. Ebdulezîz El Elî dema hewl da sînor derbas bike, hat revandin.

Têkildarî serpêhatiya xwe Ebdulezîz El Elî got: "Min hewl da di rêya qaçax re derbasî Tirkiyê bibim. Dema di rêya M4 re derbas dibûn kesek bi navê Ebû Yezen El Meşhedanî ku serçeteyekî koma El Hemzat e kemîn ji min re danî, min girt û 2 milyon û 300 hezar lîreyên sûrî ji min standin. Pişî pereyên min talan kirin, me xwest ku me berdin da ku derbasî Tirkiyê bibin. Lê Ebû Yezen El Meşhedanî got em ê we radestî polîsên leşkerî bikin. Me xistin girtîgheke navenda El Hemzat a di bin  erdê de û gefa ku em ajantiyê ji QSDʹê re dikin, li me xwar."

MIKURHATINÊN DEREW

El Elî diyar kir ku bi tawanên ne rast û bi fermana lêpirsîner Ebû Hisên û Ebû Udey û du lêpirsînerê Tirk îşkence li wan hatin kirin û got: "Rojane me bi blanco dadilqandin û lingên me dixistin dûlaban. Me neçar dikirin ku îtîraf bikin ku em girêdayî QSD an rejîma Sûriyê ne. heqaret li me dikirin û gotinên nexweş ji me re dikirin."

GÛRÎBÛN DI NAV GIRTIYAN DE BELAV BÛ

El Elî îşaret pê kir ku ji êşa îşkenceyê nedikarî li ser lingê xwe bimeşe, lê ser zikê xwe dimeşiya û wiha domand: "6 mehan di girtîgehên El Hemzat de mam. Ez û piraniya girtiyan gûrî bûn. Me ji wan xwest em bên dermankirin an derman bidin me lê pere ji me xwestin. Ew in dema em derbasî wan herêman bû hemû pereyên me ji me standin."

Ebdulezîz El Elî diyar kir ku dirêjahiya girtîgeha tê de hatibûn ragirtin 4 mître bû, firehiya wê 4 mître bû û pir qirêj bû û got: "Em 51 kes di girtîgehê de bûn, her roj eynê xwarin an ku makaronya bê xwê dida me. Girtî nedikarîn xew bikin. Me nobet digirt, hinek li ser lingan disekinin û hinekan xew dikir."

El Elî îşaret pê kir ku hemû kesên ku niyet dikirin derkevin derve bi tawanên ne rast ji aliyê çete Ebû Yezen El Meşhedanî ve hatin revandin.

YÊN KU PERE NEDIN DERNAKEVIN

El Elî diyar kir ku piştî 6 mehan di girtîgehê de dimîne sewqî dadgehan tê kirin û wiha serpêhatiya xwe domand: " Ji bo em serbest bên berdan me 3 hezar û 500 dolar da. Ne wisa ba em bernedidan."

El Elî îşaret bê kir ku  qaçaxçî sûdê ji ciwan û niştecihên herêmê digirin û wan dixapînin ku rê ewle ye û got: "Girtîgehên li wan herêman bi kesên ku hewl didan derbasî Tirkiyê bibin tijî ne. Çete pereyên wan didizin û wan radestî polîsên leşkerî dikin mîna ku bi serê me de kirin û wan tawanbar dikin, piştre di bin îşkenceyê de me neçarî îtîrafkirinê dikin. Di wan girîgehan de rehm tune ye."

El Elî bang li ciwanan kir ku neyên van lîstokan û wiha got: "Hemû kesên ku dixwestin derbasî Tirkiyê bibin girtî ne û pereyên wan ji wan hatine standin. Şîreta min li ciwanan ew e ku biçî bin jî li ser xaka xwe bimînin û neçin herêmên ku ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve hatine dagirkirin."

Ebdulezîz El Elî bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku biçin bajarê Serêkaniyê girtiyên mezlûm bibînin.

TAWANÊN WAN HAZIR IN

Welatiyê bi navê Ednan Mihemed ji gundewarê Serêkaniyê ye, di sala 2013ʹan de berî da Tirkiyê. Ednan Mihemed dibêje: "Di demên dawî serdanên cendermeyên Tirk ji bo mala min zêde bûn da ku nasnameya min qey bikin mîna ku ew dibêjin. Rojekê efserekî ferman da ku mala min were kontrolkirin. Min jî qebûl nekir ji ber ku biryar li ser vê yekê tune. Hincet derxistin ku motorsîklêta min bê nimure ye. Bi vê hincetê min girtin. 4 rojan di girtîgehê de mam, roja 5ʹan min birin bajarê Girê Spî û nin radestî çeteyan kir."

Ednan Mihemed anî ziman ku çeteyan kaxeza derketina di nava 48 saetan de ji Girê Spî dane wî û wiha pê de çû: "Dema gihiştim rêya M4, min Ebdulezîz El Elî dît, qederê nîv saetê me axivîn, piştî ku em ji aliyê bû Yezen El Meşhedanî ve hatin revandin û hemû pere û telefonên me yên destan birin û me sewqî navenda polîsên leşkerî kirin. Her wiha me behsa  girtinê, îşkenceya li girtiyan."

Mihemed têkildarî îşkenceya li wan hat kirin ev tişt got: "Lingê me dixistin dûlaban, bi qamçiyan li me didan. Rojekê yekê pêl serê min kir û ji min re got beraz."

Mihemed îşaret pê kir ku çeteyên "El Hemzatʹʹ tawan bi van ve girêdida û got: "Min neçar dikirin ku îtîraf bikin ku ez girêdayî QSDʹê me. Wêneyên gelek kesan nîşanî min didan û digotin divê tu îtîraf bikî kijan xizmên te ye."

Ednan Mihemed eşkere kir ku îstîxbarata Tirk du caran lêpirsîn pê re kirin û di lêpirsînê de bi kehrebeyê îşkence lê kirin û wiha got: "Hewl didan min neçar bikin ku bêjim ez YPGʹê me ji ber ku ez Kurd im."

JI BER ÎŞKENCEYÊ DU KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN Û ZAROKEK DÎN BÛ

Mihemed diyar kir ku di hucreya bi ya wan ve du kesan ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da, yek ji gundê Tabiyê yê Dêrazorê bû û yek din Kurd bû.

Her wiha diyar kir ku zarokek bi navê Îsa Azad ji bajarê Kobanê tevî xal û apê xwe hatin revandin, ap û xalê wê hatin berdan, lê zarok girtî ma.

Mihemed ev serpêkhat wiha dewam kir: "Gelek caran îşkence li zarok Îsa Azad dikiirn. Çeteyan wî neçar dikirin ku bêje endamekî Hêzên Erka Xweparastinê ye. Rojekî wî birin cihê îşkenceyê, piştî vegeriya bi temamî dîn bû. Piştî du rojan ji berdana wî min hewl da pirsa wî bikim, girtiyekî got çete dê wî tesfiye bikin."

Ednan Mihemed hin kêliyên din ên di girtîgehên çeteyan bi bîr xistin û got: "Em 6 mehan di girtîgehê de man. Me mirin bi çavê xwe dît. Me xweziya xwe bi mirinê dianî. Em difikirin xwe întîhar bikin. Tu çare di destê me de tune bû, me neçar dikin ku çi bixwazin em bikin. Em derdora 51 kes di odeyeke biçûk de bûn. Me di tiwalêtan de xew dikir û av jê vedixwar. Eger yek ji me bixwesta xew bike yên din li ser lingan disekinin. Me roj nedit. Nexweşî di bedena me de belav bûn."

GIRTÎGEHA NAVENDÎ YA TAYBET BI JINAN

Mihemed da zanîn ku li Serêkaniyê girtîgeheke navendî ya jinan heye û derodra 6 hezar jin tê de hene û ev tişt diyar kir: "Dema girtina min, çeteyek xist hucreya me. Min li ser girtî û girtîgehan jê pirsî got, girtîgeha navendî ya bajarê Serêkaniyê taybet bi jinan û derdora 6 hezar jin tê de ragirtî ne."

Mihemed bang kir ku bila rêxistinên hiqûqî û mirovî derbasî Serêkaniyê bibin û ʹʹgirtîgehên tije kesên bê guneh ên tên îşkencekirin, bibînin."

Her wiha bang li ciwanên ku dixwazin ji herêmê derkevin kir û got, yên ku dixwazin biçin wan herêman wê werin revandin û îşkence li wan were kirin.

ANHA