​​​​​​​11 sal piştî kuştina Qedafî; destwerdanên derve çareseriyê asteng dikin

Beriya çend rojan salvegera 11ʹan a kuştina serokê Lîbyayê yê berê Mûemmer El Qedafî bû. Şoreşa gel a li dijî Qedafî, tavilê veguherî şerê di navbera koman de. Ji wê demê ve ji ber destwerdanên derve, di serî de destwerdana dewleta Tirk, Lîbya dûrî çareserî û aştiyê ye.

​​​​​​​11 sal piştî kuştina Qedafî; destwerdanên derve çareseriyê asteng dikin
28 cotmeh, 2022   06:20
QAHÎRE – MUHSIN EL MISIRÎ

20ʹê Cotmeha 2011ʹan li Lîbyayê bûyereke dîrokî qewimî. Di vê rojê de serokê Lîbyayê Mûemmer El Qedafî yê zêdetirî 42 salan li ser desthilatê ma, bi derbeya şoreşa gel anku "Bihara Ereban" hat kuştin.

11 sal di ser kuştina Qedafî re derbas bûn, lê hîna dewleta xwedî çavkaniyên dewlemend ên petrolê ewle nebûye û heta niha hewldanên yekkirina hêzan bi ser neketine û hîna jî nakokî û destwerdanên herêmî hewldanên pêkanîna îstiqrareke siyasî û avakirina sîstemeke demokratîk asteng dikin.

ŞERÊ BI WEKÎLAN

Mamosteyê têkiliyên navneteweyî yê Zanîngeha Muta ya Urdinê Dr. Iyad El Mecalî anî ziman ku alozî û bêîstiqrariya siyasî û ewlehî ya li Lîbyayê encamên xwezaya nakokiyên heyî yên li ser xaka Lîbyayê ne.

El Mecalî ji ANHAʹyê re axivî û got bi zêdebûna tundiyê re ya ku bi xwe re parçebûn anî, aloziya Lîbyayê kûrtir bû. Her wiha hişyarî da û wiha domand: "Eger aliyên nakok guh nedin çareseriya siyasî û dawî li destwerdanên herêmî û navneteweyî yên di qada navxweyî ya Lîbyayê de ya ku çek an çete derbas kirin û milîsên komên çekdar li ser xaka Lîbyayê belav kirin, nayê anîn, dê alozî kûrtir bibe."

Dr. Iyad El Mecalî îşaret pê kir ku pirbûna aliyên nakok ku her yek hewl dide hebûna xwe di qada bûyeran a li Lîbyayê de îsbat bike, rewşeke bêîstiqrar ava kir û wiha domand: "Ev rewş ji nakokiyê wêdetir e. Di heman demê de rê li ber aliyên navneteweyî vekir ku şerê bi wekîlan li ser qada Lîbyayê bikin. Vê yekê hişt ku biryara girêdayî Lîbyayê ji Enqere, Moskov û gelek dewletên herêmî derkevin. Her wiha parên herêmî û navneteweyî li ser bidestxistina serweta Lîbyayê û pêkanîna berjewendiyên dewletên aktîf di navbera aliyê de hene.”

El Mecalî diyar kir ku ev rewş tevahî hewldanên ji bo vegerandina îstiqrar, ewlehî û aştiya civakî ya Lîbyayê û pîvanên avakirina hikumeke nîştimanî ya Lîbyayê asteng kirin û got: "Pirbûna aliyan, desthilata siyasî ya Lîbyayê da gelek tevgeran. Her wiha em dibînin ku 2 hikumet li Lîbyayê hene. Beşek civata navneteweyî hikumetek nas kir û beşeke din red kir. Vê yekê parçebûna siyasî kûrtir kir. Hikumet di pêkanîna daxwazên gelê Lîbyayê û avakirina saziyên xurt de bi bin ketin."

Dr. El Mecalî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser destwerdanên navneteweyî û wiha pê de çû: "Tevahî însiyatîfên navneteweyî nikarîbûn lihevkirineke siyasî li ser pêkanîna hilbijartinên parlamento û serokatiyê çêkin, her wiha nekarîn komîteyên hevbeş di navbera parlamento û Meclisa Bilind a Dewletê de ava bikin ku bikarin diyalogên nîştimanî wekî çareseriya yekane ya ji aloziyê re bibînin. Ji ber ku van însiyatîfan asta nakokiyan li ber çavan negirt, lê belê alozî kûrtir kirin û tenê wekî fikir hatin nîşandan ku sedemên kûr ên aloziya Lîbyayê çareser nekirin."

Têkildarî rêbazên çareseriyê Iyad El Mecalî got: "Divê saziyên dewletê bi hemû aliyên wê yên sazûmanî û qanûnî werin avakirin. Ji bo rêgirtina li ber milîs, çete û komên çekdar, her wiha ji bo pêkanîna îstiqrarê divê armancên stratejîk werin danîn. Divê însiyatîfên navneteweyî yên ji bo avakirina meşrûiyeta desthilatê û dîtina çareseriyeke siyasî ku hemû aliyên nakok ên Lîbyayê jê razî bin û qebûl bikin, werin bersivandin."

XETEREYA PARÇEBÛNÊ

Nivîskar û çavdêrê siyasî yê ji Misirê Ehmed Rifet wiha domand: "Tişa ecêb ew e ku du hêz li ser erdê hene. Yek li rojhilat e rewşa Bingazî bi rêve dibe û ya din li rojava ye Terablusê bi rêve dibin. Nîşaneyên vê parçebûnê bandorê li hemûyan dike. Li Lîbyayê xetereya parçebûnê heye. Ev xetere her roj xwe eşkere dike, nemaze ku hin dewlet bi bi desthilata li rojhilat re re didin û distînin û hin dewletên din bi desthilata li rojava re didin û distînin. Her wina nûnertiyên van dewletan li her du cihan hene. Li vir desthilat destê xwe datîne ser bîrên petrolê û berhemên sereke yên Lîbyayê û desthilata din dest daniye ser banka navendî û dahetên ku ji derve tên. Di heman demê de hêzên parastinê yên her du desthilata hene."

Rifet got tevî ku desthilata navendî sedema sereke ya hemû aloziyên di civakên Rojhilata Navîn de ye, lê bêyî şerê rizgariya nîştimanî ya ji bo ku Lîbyayê bixe bin serweriya desthilatekê, çareserî ne pêkan e.

Çavdêrê siyasî yê lîbyayî Ebdulla El Dîbanî jî anî ziman ku 11 sal di ser kuştina Qedafî re derbas bûn, lê rewşa jiyanî, aborî û siyasî aloztir dibe.

El Dîbanî ji ANHAʹyê diyar kir ku destwerdanên derve yên li Lîbyayê alozî kûrtir kir û tevahî welatî diyar dikin ku rewş piştî kuştina Qedafî, kambaxtir bûye.

Ebdullah El Dîbanî îşaret pê kir ku dewletên NATOʹyê destekê didin bêîstiqrariya siyasî û hewl didin lihevkirineke li ser çareseriya siyasî ya aloziya Lîbyayê çênebe. Her wiha diyar kir ku van dewletan dosyaya Lîbyayê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li Lîbyayê û dewletên din bi kar anî.

El Dîbanî da zanîn ku şerê Ukrayna û Rûsyayê aloziya Lîbyayê kûrtir kir û wiha pê de çû: "Vî şerî bandor li dosyaya Lîbyayê kir, ji ber ku Lîbya dewleteke xwedî petrol e û bi gaz û petrola xwe dewlemend e. Ji ber vê yekê dewletên NATOʹyê li ser dosyaya Lîbyayê pev dikevin. Di encamê de rewşa Lîbyayê wekî xwe maye."

El Dîbanî îşaret pê kir ku divê çareserî bi rêya diyalogên di navbera aliyên lîbyayê de be ku li ser erdê xurt in û wiha domand: "Divê xebatek li ser sazkirina peymana civakî were kirin da ku jiyaneke aştiyane misoger bike û hemwelatîbûnê nas bike da ku venegera şer û nifşên bê werin parastin."

ANHA