Komîteya jinan a Heyva Sor a Kurd panelek li penceşêra sîng li dar xist

Komîteya Jinan a Heyva Sor a Kurd bi dirûşma "Jiyanê nekuje, wê biparêze" panelek li ser  penceşêra sîng li dar xist

Komîteya jinan a Heyva Sor a Kurd panelek li penceşêra sîng li dar xist
Komîteya jinan a Heyva Sor a Kurd panelek li penceşêra sîng li dar xist
Komîteya jinan a Heyva Sor a Kurd panelek li penceşêra sîng li dar xist
Komîteya jinan a Heyva Sor a Kurd panelek li penceşêra sîng li dar xist
Komîteya jinan a Heyva Sor a Kurd panelek li penceşêra sîng li dar xist
27 cotmeh, 2022   15:50
HESEKÊ

Komîteya Jinan a Heyva Sor a Kurd li hola Serdem a Çand û Hunerê ya li taxa El Muşêrfe ya Hesekê paneleke berferh li ser nexweşiya penceşêra sîng li dar xist.

Meha Cotmehê wekî meha Gulîn tê zanîn û ew ji bo hişyarkirina penceşêra sîng  ku yek ji penceşêrên herî belav di nav jinan de ye, meheke globalî ye. Li gorî Rêxistinên Tenduristiya Cîhanê derdora milyonek û nîv jin li seranserî cîhanê pê dikevin û rêjeya mirinê wê salane derdora 570 hezar jin e.

Rêvberiya Heyva Sor a Kurd Êva Ehmed axivî û bi xêrhatina mêvanan kir û destnîşan kir ku çalakiyên ku salane di Cotmehê de ku bi meha Gulîn tê naskirin,  li dar dixin da ku jinan zêdetir bi penceşêra sîng bidin naskirin û rêjeya pêketina wê kêm bikin.

Paşê sînevîzyonek li ser xebatên komîteya jinan û navenda tespîtkirina pêşî ya penceşêra sîng ên girêdayî Heyva Sor a Kurd di sala 2022`yan de hate pêşkêşkirin.

Di panelê de du semîner li ser penceşêra sîng ji aliyê endama rêveber a Heyva Sor a Kurd Êva Mihemed û pispora kîmyewî di dermankirina werimînin pençeşêrê de Dr. Bilinda Ebdurehman ve hatin dayîn.

Pispora kîmyewî di dermankirina werimînên penceşêrê de Bilinda Ebdurehman bal kişand ser sedemên nexweşiyê û got: "Ji sedemên nexweşiyê  vexwerina çixare, qelewbûn, pergala tenduristiyê ya nehevseng û qirêjiya jîngehê ya ku ji berên neftê pêk tên."

Bilinda Ebdurehman diyar kir ku zehmet e hejmara teqez a jinên li herêmê bi penceşêra sîng ketine were diyarkirin. Ew jî bi sedema veguhastina ji herêmekê ber bi herêmekê ve û tunebûna navnedên lêkolînên taybet bi serjimariyê. Lê ji her 8 jinan yek pê dikeve.

Bilinda Ebdullrehmen di her du semîneran de bang li jinan bi taybet ên ku temena wan 40 derbas kiriye kir ku li navendên tespîtkirina zû ya penceşêra sîng testan çêkin, da ku li ser tenduristiya xwe bi ewle bin.

Têkildarî panelê, Gerînendeya Nivîsgeha Parastin û Destekdayîna Piskolojî ya Heyva Sor a Kurd Ceylan Îbrahîm anî ziman ku hejmara jinên ku serdana navenda taspîtkirina zû ya pencerşêra sing dikin, gihaşt 4 hezar û 820,  jê 4 jin pê ketibûn.

)dm)

ANHA