​​​​​​​‛Bandorên nêzîkbûna Enqere û Şamê li Helebê hatin nîqaşkirin’

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê di panelekê de nêzîkbûna di navbera dagirkeriya Tirk û hikûmeta Şamê de û bandorên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kir.

​​​​​​​‛Bandorên nêzîkbûna Enqere û Şamê li Helebê hatin nîqaşkirin’
27 cotmeh, 2022   15:27
HELEB

Panel bi ser nava “Bandorên nêzîkbûna Tirkî-Sûrî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê” hat lidarxistin.

Panel li kafîteryaya Telit Heleb a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê, bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û rewşenbîran hat lidarxistin.

Di serî de mijara sereke ya panelê ji aliyê seroka Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê Gulistan Hebeş ve, hat xwendin.

‛ÇI NÊZÎKBÛNEKE MUHTEMEL DÊ BI XWE RE KRÎZÊ KÛRTIR BIKE’

Gulistanê destnîşan kir ku çi nêzîkbûna muhtemel di navbera Enqere û Şamê de dê bi xwe re kîrza Sûriyê kûtir bike û heta dikare bê gotin ev gaveke ber bi parçebûna Sûriyê ve ye.

Gulistan wiha axivî: “Ev nêzîkbûn wek hewldanên têkbirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, eger ev yek bibe jî dê Sûriyê bi şerekî nû re bihêle û vegerîne salên berê."

Gulistanê wiha li gotina xwe zêde kir: “Çi nêzîkbûneke muhtemel dê desthiatlê biguherîne û muxalefetê bixe dewrê. Ev yek dê li hember hesabên hêzên din be. Bi wê re ji berjewendiya dewleta Tirk kaxia çeteyan ji dest nede. Ji ber ew kaxizeke di dan û standinê û zextkirina li herêmê û navneteweyî qezencek e."

Gulistan wiha pê de çû: “Hêjayî bibîrxistinê ye ku siyaseta Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî yên li ser şopa wê, di warê çareserkirina krîzê û pêkanîna aştî û wekheviyê navbera hemû gelan de, gelek encam dan. Êdî Rêveberiya Xweser li pêş planên hemû netewe-dewletên li herêmê astengiyek e."

Di dawiya axaftina xwe de, Gulistanê got: “Ji ber vê esasê Partiya Sûriya Pêşerojê di wê baweriyê de ye ku çareseriya krîza Sûriyê bi diyaloga Sûrî ya dûrî ajandeyên dewletên herêmê pêkan e.”

Piştî xwendina mijarê, deriyê nîqaşê li ber beşdaran vebû ku wan jî bi giştî teqezî bi girîngiya destpêkirina diyalogê di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikûmeta Şamê de, kir.

Der barê vê yekê de şêx Ehmed El Qureyşî destnîşan kir ku gelê Sûrî êdî niyetên Erdogan nas dikin, ku çi nêzîkbûneke di navbera hikmeta Şamê û dagirkeriya Tirk de ne li gorî berjewendiyên gel e.

DESTEKDAYÎNA RÊXISTINÊN TERORÎ LI PÊŞ ÇAVÊN HÊZÊN NAVNETEWEYÎ YE

Girêdayî mijarê, Sekreterê Giştî yê Partiya Ronasans û Guhertinê Mistefa Qelacî wiha axivî: “Her du aliyên ku bi rastî li ser erdê ne, hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk in, herêmên din ên di bin kontrola komên çete de jî, ew herêmên dagirkirî ne.”

Qelacî diyar kir ku belavbûna çeteyên Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra) li Efrînê mijareke navneteweyî ye û got: "Kî bi wan kontrol dike, ew dixwazin Sûriyê pareç bikin."

Qelacî destnîşan kir ku radestkirina deriyên sînor ku mehane bi sed milyonan dolar qezenc dikin,  ji wan aliyên terorîst re di bin kontrola hêzên navneteweyî de pêk hat û wiha pê de çû: "Em dikarin bêjin ew di desteka wan rêxistinan de mîna Heyet Tehrîr El Şamê şirîk in. Ji ber sûdê ji kel û pelên ji Tirkiyê ber bi herêmên xwe ve heta ber bi dewletên Kendavê ve diçin bacan digirin û ew jî weke jêdera fînansekirinê ye."

‛ÇI LIHEVKIRINEKE DI NAVBERA ENQERE Û ŞAMÊ DE DÊ ENCAMÊN XERAB BÎNE’

Li aliyekî din jî seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê Xalîde Ebdo wiha anî ziman: “Lihevkirineke di navbera Enqere û Şamê de ji bo gelê Sûrî qet ne baş e û dê encamên xerab bîne.”

Xalîde Ebdo bal kişand ser sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî sûriyan; ji qetilkirin, koçberkirin û penaberkirina bi milyonan sûrî û wiha got: "Ev yek dikevin çarçoveya armancên rejîma Tirkiyê di vegerandina timayên xwe yên Osmanî."

Di dawiya axaftina xwe de, Xalîde Ebdo distnîşan kir ku piştî van salên ku gelê Sûrî tê de xwîna xwe ji bo bidestxistina azadiyê berdêl da, ew tu carî venagere berî 2011’an.

Panel bi teqezkirina diyaloga Sûrî-Sûrî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê bi dawî bû.

(mh)

ANHA