​​​​​​​Hiqûqnasa ji Lubnanê: Gerîla xeta parastinê ya gelên Rojhilata Navîn temsîl dike

Çalakvana hiqûqî ya ji Lubnanê Sewsen Şoman diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gerîla, sûcê şer e û binpêkirineke eşkere ya mirovahiyê ye. Her wiha got gerîla temsîla xeta parastina tevahî gelên Rojhilata Navîn dikin û divê ev gel piştgiriya wan bikin.

​​​​​​​Hiqûqnasa ji Lubnanê: Gerîla xeta parastinê ya gelên Rojhilata Navîn temsîl dike
28 cotmeh, 2022   01:45
NAVENDA NÛÇEYAN – YEYHA EL HEBÎB

Bertekên şermezarkirinê yên li hember bikaranîna çekên kîmyewî bi destê dagirkeriya Tirk li dijî hêzên gerîla, didomin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) şehadeta 17 şervanên hêzên gerîla ragihandibû. Ew gerîla di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî de şehîd bûbûn.  

‘SÛCÊ ŞER Û BINPÊKIRINEKE EŞKERE YA MIROVAHIYÊ’

Têkildarî mijarê çalakvana hiqûqî ya ji Lubnanê û berdevka ‘Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan’ Sewsen Şoman wiha axivî: "Bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî şer e û sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Bikaranîn, depokirin û veguhastina wan çekan di qada navneteweyî de qedexe ye, bi taybet ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî (OPCW) ve hatiye qedexekirin. Dewleta Tirk jî tê de beşdar e, ji ber vê jî ew neçar e ku bendên peymana navneteweyî ya der barê qedexekirina çekên kîmyewî de bi cih bîne. Ji bilî vê yekê jî, bikaranîna çekên kîmyewî bi awayekî zelal di peymanên navneteweyî û Protokola Cinêvê de qedexe ye."

Sewsen wiha lê zêde kir: "Em bi navê Înisiyatîfa Nûn van êrişên qirkirinê şermezar dikin. Ev êriş binpêkirineke eşkere ya mirovahiyê ye."

ÊRIŞ REWŞA DEWLETA TIRK NÎŞAN DIDIN

Sewsen her wiha got: "Bêguman ev êriş bi awayekî rewşa dewleta Tirk û pirsgirêkên ku di nav de maye, eşkere dike.  Dewleta Tirk hewl dide serkeftinekê pêk bîne da ku xwe û gelê xwe pê îqna bike, lê ew rastî berxwedaneke xurt a hêzên gerîla tê.”

Sewsen wiha pê de çû: "Dewleta Tirk polîtîkaya tunekirina azadiyan dimeşîne û her kesê ku banga azadiya xwe û ya gelê xwe dike, wan digire. Şerê wê ne tenê gelê Kurd dike hedef, lê belê her kesê ku alîgirê azadiya derbirînê û mafê çarenivîsê be, wan dike hedef. Bêguman êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê siyasetek din e da ku hikmeta Tirk li pêş raya giştî ya hundirê Tirkiyê teşhîr nebe, her wiha ji bo ku bandorê li hilbijartinên dema bê bike. Ev hemû jî ji ber îflaskirina wê ya siyasî û leşkerî ye."

Sewsen Şoman wiha li axaftina xwe zêde kir: "Tevî êrişên domdar ên dagirkeriya Tirk ku tê de hemû çekên giran, pêşketî û çekên kîmyewî bi kar tîne jî, lê wî nekarî armanca xwe ya tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê pêk bîne. Ji ber ku tevger li hember van êrişan berxwedaneke xurt nîşan dide ku bi mafê xwe yê hebûnê û îsbatkirina nasname û ziman ve girêdayî ye. Her ku dewleta Tirk hewl dide vê çandê ji holê rake, ew ji nû ve şîn tê."

Çalakvana ji Lubnanê her wiha ev peyam da gelên herêmê: "Şervanên Hêzên Parastina Gel anku gerîla ne tenê xeta parastina gelê Kurd in, lê belê xeta parastina tevahî gelên Rojhilata Navîn in ku bi xetereya timakariyên dewleta Tirk û rojava re rû bi rû ne. Ew berxwedaneke mezin didin meşandin û tê de ne paşvekişîn ne jî teslîmbûnê nas nakin. Wan bi çalakiyên sekvaniyê yên serkeftî hewldana daxistina leşkerên artêşa Tirk têk birin û nehiştin ku ew pêşve biçin. Tişta ku niha ji gelên herêmê tê xwestin ew e ku bibin yek da ku li hember vê desthilatdariya ku temenê wê hezarê salan e, yek dest  bin. An jî herî kêm di qadên navneteweyî de piştgiriya vê berxwedana lehengane bikin û ji bo teşhîrkirina hovîtiya êrişên hikumeta Tirk, dengê xwe bilind bikin."

‘BIKARANÎNA VÊ ÇEKÊ DÊ GELÊN HERÊMÊ BI XETEREYA DEMDIRÊJ RE RÛ BI RÛ BIHÊLE’

Sewsen behsa van êrişan ji aliyê hiqûqî û qanûnî de kir û wiha got: "Bikaranîna van çekên kîmyewî hemû gelên li vê erdnîgariyê rûbirûyî xetereyeke demdirêj dihêle. Ev yek jî ji ber bandora van çekan a demeke dirêj ku dibe heya çend nifşan jî bidome."

Sewsen wiha lê zêde kir: "Ji nîvê Nîsana borî ve, dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî bi dehê caran li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi kar aniye. Sûcên şer ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirin, hefteya borî di rapora Yekitiya Bijîşkên Navneteweyî yên li dijî Şerê Atomê (IPPNW) de hate belavkirin. Di van çend rojên dawî de jî wêneyên şervanên ku bandora van çekên kîmyewî li wan bûye ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hatibûn belavkirin, careke din vê yekê îsbat dike. Lê tevî gelek belge û bangên rêxistinên sivîl jî, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bê deng dimîne."

Sewsen Şoman herî dawiyê got: "Daxuyaniya dawîn li şûna OPCW’ê ji hikumeta Almanyayê hat. Ev daxuyanî ji aliyê şêwirmenda Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Katya Keul ve hat ragihandin ku tê de got “Haya me ji rapora Yekitiya Bijîşkên Navneteweyî yên li dijî Şerê Atomê (IPPNW) û daxuyaniyên wezîrê parastinê yê dewleta Tirk ên li ser bikaranîna gaza rondikrêj ji bo demeke dirêj, heye. Lê li cem me tu agahiyeke din ji çavkaniyên fermî nîn e.”

(hs)

ANHA