‛Hêzên navneteweyî û NY’yê berpirsên terora rejîma Tirk in’

Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Firatê da zanîn ku êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî binpêkirina qanûna navneteweyî û mirovî ne û got hêzên navneteweyî û NY’yê berpirsê terora ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne.

‛Hêzên navneteweyî û NY’yê berpirsên terora rejîma Tirk in’
27 cotmeh, 2022   12:33
KOBANÊ

Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Firatê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da. Endamê serdozgeriya giştî Nezmî Îsmaîl li pêş Dîwana Edaleta Civakî ya Kobanê bi beşdariya endam û rêvebeirya meclisê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Divê kes matmayî nemîne, ji ber rejîma Tirkiyê gelek hovîtî li dijî gelê Kurd û gelên herêmê kirin ku dikevin xana sûcên şer. 

Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirk nîşaneyek eşkere ye, ji ber ku ji saziyeke fermî ya girêdayî dewleta Tirk derket ne kesekî îdia kir.

Em Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Firatê bi tundî sûc û êrişên terorîst ên kîmyewî yên dubare yên li dijî gelê me yê Kurd û tevgera azadiya Kurdistanê ku parastina hebûna Kurd û mafên wê dike, şermezar dikin.

Bêdengiya hêzên navneteweyî li ser sûcên dewleta Tirk, destwerdan, dagirkirin û bikaranîna wê ji çekên kîmyewî re bêîstiqrariya li herêmê û tevliheviya ewlehiya wê zêde dike.

Hêzên navneteweyî û NY’yê berpirsên terora ku rejîma Tirkiyê li dijî gelê me bi kar tîne û ev bêdengî û necesareta li hember wê nîşaneya hevşirîkatiya wan e.

Divê hêzên navneteweyî helwestekê nîşan bidin û zextê li dewleta Tirk bikin ku êrişên xwe li dijî gelê me bi dawî bikin."

(fr)

ANHA