Ebdulkerîm Omer bi Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Spanyayê re civiya

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer bi Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Spanyayê re civiya. Komîteyê destnîşan kir ku ew ê piştgiriya Rêveberiya Xweser bike û destwerdana dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Ebdulkerîm Omer bi Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Spanyayê re civiya
27 cotmeh, 2022   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya pêşxistina têkiliyên dîplomatîk û siyasî de nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Omer bi Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Spanyayê re li Madrîdê civiya.

Şandeya komîteyê ji Jon Inarritu, Mariona Illamola, Antón Gómez, Albert Botran, Marta Rosiqe û Alonso Suárez pêk hat.

Aloziya Sûriyê û encamên wê yên li ser gelê Sûriyê bêyî hebûna çareseriyeke siyasî, rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya Rêveberiya Xweser hatin nîqaşkirin.

Ebdulkerîm Omer ji ajansa me re diyar kir ku li ser modele Rêveberiya Xweser û çawa veguheriye modelek ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî, axivîne.

Omer got wan komîte têkildarî astengiyên siyasî û aborî yên li pêşiya Rêveberiya Xweser derdikevin, teror û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, hedefgirtina sivîlan, fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û rayedarên Rêveberiya Xweser, avahiyên sivîl bi rêya balafirên bêmirov, agahdar kiriye.

Komîteyê jî spasiya Kurdan û QSD`ê kir, ji ber rola ku di sekna li hember DAIŞ`ê de lîstiye.

Li gorî Omer gelek parlamenteran tecrubeya Rêveberiya Xweser erênî nirxand û got dê piştgiriya vê projeya demokratîk bikin. Her wiha destwerdana dewleta Tirk a li ser herêmê şermezar kirin û destnîşan kirin ku dê fişarê lê bikin da ku êrişên xwe yên li dijî herêmê rawestîne.

(şx)

ANHA