Lubnan û Îsraîlê bi fermî lihevkirina nexşekirina sînorên deryayî îmze kir

Serokê Lubnanê û serokwezîrê Îsraîlê bi navnbeynkariya Washingtonê bi fermî li ser lihevkirinên nexşekirina sînorên deryayî îmze kir.

Lubnan û Îsraîlê bi fermî lihevkirina nexşekirina sînorên deryayî îmze kir
27 cotmeh, 2022   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Lubnanê Mîşêl Ewn li ser peyamê erêkirinê ya lihevkirina nexşekirina sînorên deryayê bi Îsraîlê re îmze kir.

Cîgirê serokê Meclisa Nûneran a Lubnanê Îlyas Bo Seib diyar kir ku peyama lihevkirinê destpêka "serdema nû" ye û dê xîtab ji berpirsên Amerîkayê re li gel nuqteya sînorê ya li başûrê Lubnanê li Naqore bê pêşkêşkirin.

Di daxuyaniya nivîsgeha serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid de hate gotin hikumeta Îsraîlê li ser peyama dîrokî ya nexşekirina sînorên deryayî bi Lubnanê re bi navbeynkariya Amerîka erê kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid got bi erêkirina Lubnanê li ser lihevkirinê, tê wateya dewleta Îsraîlê nas kir.

(fr)