Artêşa dagirker 3 gundên Şêrawayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên li navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran dike.

Artêşa dagirker 3 gundên Şêrawayê topbaran dike
27 cotmeh, 2022   08:39
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Qinêtra, Aqîbê û Soxanekê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran dike.

Li gorî agahiyan, topbaran bi çekên giran pêk tê.

Heta niha 30 guleyên hawan û obîsan li herêmê ketine. Der barê encama topbaranê de agahiyên zêdetir bi dest neketin.

ANHA