​​​​​​​Yekitiya Bijîşkan a Cîhanê xwest mijara gazên kîmyewî bê lêkolînkirin

Yekitiya Bijîşkan a Cîhanê (WMA) nerazîbûn nîşanî binçavkirina Seroka Yekitiya Tabîban a Tirk (TTB) Dr. Şebnem Korûr Fîncanci da û xwest agahiyên li ser bikaranîna gazên kîmyewî yên li dijî gerîla bê lêkolîn.

​​​​​​​Yekitiya Bijîşkan a Cîhanê xwest mijara gazên kîmyewî bê lêkolînkirin
27 cotmeh, 2022   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN 

WMA'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û binçavkirina parêzvana mafên mirovan Şebnem Korûr Fîncanci bi tundî şermezar kir.

Şebnem Korûr Fîncanci ji ber ku xwestibû agahiyên li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên artêşa Tirk ên li dijî gerîla bê lêkolîn, hatibû binçavkirin.

Serokê Konseya WMA'yê Dr. Frank Ulrich Montgomery got, binçavkirina Dr. Korûr Fîncanci û gefa li endamên Yekitiya Tabîban a Tirk têne xwarin, teqez nayên qebûlkirin.

Montgomery got, "WMA tevlî wan kesan dibe ku dixwazin li ser nûçeyên têkildarî gazên kîmyewî yên dewleta Tirk li hemberî koma PKK'ê bi kar aniye, bi rengekî serbixwe bê lêpirsîn. Ev êrişên daîmî yên li hemberî endamên Yekitiya Tabîban a Tirk bi temamî neheqî ne. "