​​​​​​​Rojnameyên erebî: Erdogan dev ji plana serwerkirina El Nusrayê li Efrînê berneda

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa kantona Efrînê ya dagirkirî, dosyaya hikumeta Iraqê û rewşa Lîbyayê de nivîsîn.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Erdogan dev ji plana serwerkirina El Nusrayê li Efrînê berneda
27 cotmeh, 2022   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ERDOGAN DEV JI PLANA SERWERKIRINA EL NUSRAYÊ LI EFRÎNÊ, BERNEDA’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya El Watan a Sûriyê wiha nivisî: “Nirxandinên îstixbarata serokê rejîma Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan şaş derketin dema ku rê da Cebhet El Nusra (Heyet Tehrîr El Şam ku di lîsteya terorê ya navneteweyî de ye) li Efrînê ya bakurê Helebê serwer bibe. Di encamê de Erdogan ket nava kêşeyeke mezin ku rêbazên derketina ji wê hîna diyar nebûne.

Çavdêr li ser siyaseta Erdogan a têkildarî herêmên li Sûriyê dagir kirine, dibêjin “Erdogan bi temamî guh da îstîxbarata xwe û plana tevlêkirina El Nusra li nexşeya Efrînê dewam kir da ku hin armancan pêk bîne. Bi wê yekê şîret û helwesta artêşa Tirkiyê ya dijber û ya ku hişyar kir ku destê xwe nexe guhertina meydanî li herêma ku 2018`an dagir kiriye, paşguh kir.

Çavkaniyan destnîşan kir ku Erdogan piştî 10 rojan li ser nakokiya kûr a li Efrînê di navbera çeteyên wî û El Nusra şaxê Sûriyê yê rêxistina El Qaîdeyê de, pê hesiya ku hesabên îstîxbaratê şaş in. Nexasim piştî helwesta navneteweyî ku ev gav şermezar kirin. Di nav de helwesta rêveberiya Amerîkayê ku erk da Wezareta Parastinê vê şaşiyê rast bike û ferman da El Nusrayê ku karwanên xwe yên leşkerî li pêş kamerayên çapemeniyê veşêre. Ji bo ku nerazîbûna niştecihên herêmên dagirkirî û bertekên li hember vê plana nenirxandî, kêm bike.

Çavkaniyan diyar kir ku Erdogan dev ji plana derxistina pêş a El Nusrayê di aliyê navneteweyî de wek rêxistineke “nerm” û ferzkirina wê li Efrînê û gundewarên bakur û bakurê rojhilatê Helebê de, bernedaye.

Li gorî çavkaniyan rejîma Erdogan, berê û hîna jî ji geşedanên dramatîk ên li Efrînê qewimîne, armanc dike, saziyeke leşkerî ya navendî bi rêveberiya El Nusrayê ava bike da ku tevliheviya ewlehiyê ya ji ber çeteyên Artêşa Nîştimanî çêbûne, kontrol bike. Her wiha dergehan, rewşên aborî û civakî yên paşketî kontrol bike. Bi şêwazekê ku wan herêman amade dike da ku milyon û nîv penaberên sûrî yên li Tirkiyê vegerîne Sûriyê bi rêya dan û standinên ewlehiyê di navbera Enqere û Şamê de beriya lidarketina hilbijartinên li Tirkiyê.”

’DESTPÊKEKE NEBAŞ A HIKUMETA IRAQÊ TÊ ÇAVERÊKIRIN’

Rojnameya El Ereb têkildarî rojeva Iraqê wiha nivisî: “Aliyên siyasî yên Iraqê got serokwezîrê erkdarkirî Mihemed Şiya Sûdanî plan dike ku hikumeteke kêm pêşkêşî parlamentoyê bike da ku bixin dengdayînê. Li aliyekî din jî nakokiyên di navbera aliyên siyasî û Rêveberiya Dewletê de têkildarî parvekirina wezaretan berdewam e.

Li gorî heman aliyan, êvara çareşemê li ser 14 wezaretan ji esilê 24`an hatiye lihevkirin. Her wiha got îhtîmal heye parlamento baweriyê bide vê hikumetê li gorî lihevkirineke berê di navbera blokên siyasî de piştî ku lihevkirin têkildarî sazûmaniya mayî, temam bibe.

Sûdanî dê hikumeta xwe li ser bingeha kotayê di navbera hêzên şîe, sune û kurd de beyî Şepêla El Sadir, Şepêla El Hikme El Watanî bi serkêşiya Emar El Hekîm, şeplên serbixwe di nav de Cîl El Cedîd, Imtîdad, Îşraqet Kanûn hene û parlamenterên serbixwe, pêşkêş bike.

Li aliyekî din nakokî di navbera hêzên Kurd û sune de girêktir in. Çavkaniyekî siyasî eşkere kir ku nakokiyên di navbera PDK û YNK`ê de li ser parvekirina wezaretên parên kurdan hene.

Ajansa Bexda El Yewm ku agahiyên xwe dispêre endamekî YNK`ê, wiha nivisî; “Parê pêkhateya kurd 4 wezaret in; derve, şaredarî û jîngeh yên PDK`ê ne, Wezareta Edaletlê ya YNK`ê ye. Lê nakokî li ser Wezareta Jîngehê heye ku YNK`ê dixwaze ya wê be.”

PDK`ê jî dixwaze xisarên xwe dabîn bike dema serokatiya komarê ji dest da ji ber wê, di biryara xwe de ku 3 wezaretan bibe bi îsrar e. Li beramber wê, YNK`ê îsrar dike 2 wezaretan bibe.

Li gorî çavdêran, nakokiya di navbera her du partiyên kurd de kesayetî ne û şikandina vîn e. Lê dîsa jî diyar kirin ku îhtîmal heye aliyên Çarçoveya Hemahengiyê mudaxele bikin ji bo van nakokiyan bidawî bikin.”

‘TIRKIYÊ 2 PEYMANÊN DIN BI HIKUMETA EL DEBÎBE RE ÎMZE KIRIN’

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: “Tirkiye bi Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Lîbyayê re ku dema wê bi dawî bûye ya bi serokatiya Ebdulhemîd El Debîbe, 2 peyman îmze kirin. Ev peyman ji bo xurtkirina hevkariya ewlehî û leşkerî di çarçoveya muzakeraya ku 27`ê Mijdara 2019`an di navbera Erdogan û serokê hikumeta Wîfaq a berê ya bi serokatiya Fayiz El Serac de li Stenbolê hatibû îmzekirin, pêk tê.

Pêr, wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar bi El Debîbe re li Stenbolê 2 peyman îmze kirin. Ya yekê ji bo xurtkirina hêza balafirên şer li Lîbyayê ya bi şêwira efserên Tirkiyê, ya duyemîn jî protokolên girêdayî muzakeraya hevkariya ewlehî û leşkerî ya 2019`an e.

Der barê van geşedanan de, serokê Hikumeta Îstiqrarê Fethî Başaxa tu daxuyanî nedan. Serokê Meclisa Dewletê Xalid El Muşerî jî tu daxuyanî nedan.

Ev her du peyman piştî 3 hefteyan ji îmzekirina muzakareyê di navbera wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û hempîşeya wî ya Lîbyayê Necla El Menqûş de pêk tê. Her du wezîran li Terablusê muzakereyek îmze kiribû ku rê dide vekolîna hevbeş a petrol û gaza xwezayî li hember beravên Lîbyayê li Deryaya Spî û li hundir xaka Lîbyayê. Ev yek jî di çarçoveya muzakareya 2019`an de pêk hat.

Çavdêr dibêjin ku bi îmzekirina her du peymanên nû, hem Enqere û hem Terablus nerazîbûnên navxweyî yên Lîbyayê, yên herêmî û navneteweyî paşguh dikin.

Li gorî muzakareyê, Tirkiye di destpêka 2020`an de bi hezaran hêzên xwe û çeteyên sûriyeyî yên ji komên alîgirên wê ji Sûriyê şandin Lîbyayê. Her wiha baregehên bejahî, deryayî û hewayî li rojavayê Lîbyayê ava kirin. Tirkiye dibêje ku hebûna wê li wir, li ser daxwaza hikumeta rewa ya Lîbyayê ye.”