​​​​​​​Parlamentoya Iraqê îro dicive

Tê payîn ku îro Parlamentoya Iraqê bicive û di civînê de dengdan li ser hikumeta nû ya Mihemed Şiya Sûdanî were kirin.

​​​​​​​Parlamentoya Iraqê îro dicive
27 cotmeh, 2022   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10’ê Cotmeha 2021’an de li Iraqê hilbijartinên pêşwext çêbûn. Piştî wê bi salekê di 13’ê Cotmeha 2022`yan de serokkomarê nû yê Iraqê hate hilbijartin.

Piştî wê serokkomarê nû yê Iraqê Dr. Letîf Reşîd namzetê Çarçoveya Hemahengî Mihemed Şiya Sudanî ji bo pêkanîna hikumetê erkdar kir.

Li gorî agahiyan, aliyên siyasî yên Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengî li mala Heyder Ebadî di 25’ê Cotmehê de civiyane. Di civînê de qala avakirina hikûmetê û nakokiyên di navbera aliyên şîeyan ên li ser wezîreyên wezaretan de kirine. Ji bo kabîneya Sudanî 23 wezîr pêwîstin, duh navê 16 namzetên kabîneya nû hatin belavkirin.

Tê gotin ku para Çarçoveya Hemahengî wê 12 wezaret bin û para Sunneya jî 5 wezaret be. Wê Para Kurdan jî 4 wezaret be.

Ji bo hikumeta nû were avakirin divê parlamento deng bide û bawerî bi kabîneya nû were dayîn. Ji bo vê jî tê payîn îro di saet 14:00’an de parlamentoyê Iraqê bicive û di civînê de hikumeta nû ya Sudanî û wezîrên navê wan hatine belvkirin, bikevin dengdanê.