Erdogan dê di muzexaneya Amedê de çi nîşan bide? – Zekî AKIL

Erdogan dê di muzexaneya Amedê de çi nîşan bide? – Zekî AKIL
27 cotmeh, 2022   07:28

Erdogan dema çû Amedê, bi lez û bez navenda îşkenceyê ya bi nav û deng girtîgeha Amedê vala kir. Got Zindana Amedê dewrî Wezareta Çand û Turîzmê kirine. Her wiha got ev girtîgeha ku bi salan bûye sedema nîqaşê, dê bikin muzexane. Balkêş e, çend roj berê jî mizgînî da ku elewîtî êdî kirine “dewletî” û dê bi gerînedetiyeke Wezareta Çandê ve were girêdan. Bi vî rengî Erdogan bû yek ji mezinên Tirkan ku bi carekê re pirsgirêkên dîrokî çareser kirin!

Dema ku belge û agahiyên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya li Zapê bi rengekî berfireh belav bûn, Erdogan yekser bi hers bû. Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ku piştrast kir ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn, wek terorîst îlan kir. Bi lez û bez nikare anî ziman ku hemû saziyên bi vî rengî dê bên valakirin û paqijkirin. Ji devê wezîrê şer Hulusî Akar jî agir dibarî ku wî fermana bikaranîna çekên kîmyewî dabû artêşê. Qaşo kesî nedikarî dev dirêjî artêşa Tirk bikira! Artêşa Tirk derbeyan dike û Zindana Amedê dike dojeh. Çiya û newalan bombebaran dike, bi hezaran gundan vala dike, JÎTEM û yên wekî wê ava dike, lê kes nikare tiştekî xerab li ser sicîla wan binivîse!

Ma zindana Amedê bav û kalên Erdogan û hezkiriyên “mehmetçîk”an çênekir? Ma ne “mehmetçîk” bûn ku li Amedê ew îşkence kirin? Gelo Kenan Evren ji Hulusî Akar ê ku îro fermana bikaranîna çekên kîmyewî dide, kêmtir bû? Erdogan dê Zindana Amedê bike muzexane, pir baş e! Baş e dê di hundirê xwe de çi nîşan bide? Qey dê wêneyên Esat Oktay nîşan bide. Wekî ku ne Erdogan be ku niha girtîgeh bi Kurdan tijî kirine. Qey yên piştî Erdogan bên ser desthilatê jî, dê kirinên wî bikin bîrdarî û muzexane.

Di serdema Erdogan de ji dema derbeya 12'ê Îlonê zêdetir Kurd xistin zindanan. Bi deh hezaran Kurd hatin kuştin. Bi hezaran kesên ku di nav wan de parlamenter û şaredar jî hene û tu gendelî an jî sûc nekirine, xistine zindanan, sirgûn kirine, ji kar derxistine û wek terorîst îlan kirine. Kesên bûne şahidên wehşeta li Zindana Amedê, hê jî ew ji bîr nekirine. Dema ku ew wek muzexane serdana wê zindanê bikin, ew ê çi bibînin? Tiştên di arşîva artêşê de dê bên tunekirin?  

Erdogan hema dike ji bo kesên îşkence lê hatiye kirin, rondikan bibarîne. Wî berê jî car caran dîmenên hestewar dabûn? Lê yên ku ew îşkence lê hatin kirin kadro û sempatîzanên PKK'ê bûn. Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş û Sakîne Cansiz ku piştre li Parîsê ji aliyê MÎT'ê ve bi fermana Erdogan hate qetilkirin. Gelo dê di wê muzexaneyê de ew jî hebin? Gelo Erdogan ê ku kesên mîna Selahattîn Demîrtaş, Îdrîs Balûkan, Fîgen Yuksekdag û Aysel Tûglûk wek terorîst nîşan dide û dixe girtîgehê, xwedî wê zîhniyetê ye ku bibêje endamên PKK'ê li Zindana Amedê rastî îşkenceyên derveyî mirovahiyê hatine? Gelo pabendî edalet û rastiyê ye?

Alîgirên desthilatdariyê daxuyanî ser daxuyaniyê didin. Dibêjin sicîla “mehmetçîk” paqij e! Ma wan “mehmetçîk”an li Dêrsimê çekên kîmyewî bi kar neanîn? Belê bi kar anîn. Ev yek ji aliyê rêveber û kadroyên pêşeng ên dewletê ve hate bilêvkirin. Erdogan jî di nav de her kes dibêje li Zindana Amedê îşkenceya dijmirovî hatiye kirin. Gelo rêveberiya artêşê û personelên girtîgehê û dadgehên wê serdemê wek leşker nahesibînin? Ma ne “mehmetçîk” bûn? Her wiha divê ev pirs ji berdevkê CHP'ê Faîk Oztirak û kesên din ên ku di nav muxalefetê de ne û dibêjin Erdogan zordar e, were pirsîn. Dibêjin kes nikare sicîla “mehmetçîk” xirab bike. Ê 12'ê Îlonê! General û leşkerên 2'yê Adarê ne “mehmetçîk” bûn?

Heke dixwazin sicîla “mehmetçîk” paqij bimîne, sûc neke yan jî neyê sûcdarkirin, wê demê divê bêjin bila ev îdîa bên lêpirsînkirin. Heke îdia ne rast bin dê “mehmetçîk” beraat bike. Heke kesekî sûckirî hebe, ew ê bê aşkerakirin, bê darizandin û careke din pêşî li tu kesî nayê vekirin ku heman sûcî bike. Heke sûcên “mehmetçîk” jî binixumînin, dê wan sûcan û ên girantir bikin. Wê demê kes nikare pêşî li sûcdarkirin û sûcdariyan bigire. Di vî şerî de aborî nema. Edalet, demokrasî û azadî hatin tunekirin. Muxalefet ku CHP jî di nav de ye, ji ber ku destekê dide vê înkar û şer, xwe dirizîne. Faşîstên Erdogan û Bahçelî, destkeftiyên demokratîk bêhtir têk dibin.

Êdî sûcên ku li Efrîn, Zap, Metîna û Şengalê nekiribin nemane. Çi jî bikin nikarin ji dinyayê veşêrin. Gelo wan karî qirkirina li ser Ermen, Asûr û gelên din ji cîhanê veşêrin?

Divê ew hezkiriyên “mehmetçîk”an" ji bîr nekin ku hevkarên sûcên wan ên şer in.

ANHA