'Destdirêjiya li ser gerîla destdirêjiya li ser gelên azad e'

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a gundewarên Dêrazorê û ji rûspiyên eşîrên El Baxoz, Hewas El Casim bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla şermezar kir û diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî îsbata qelsî û bêhêzbûna dewleta Tirk a li hemberî hêzên gerîla ye.

'Destdirêjiya li ser gerîla destdirêjiya li ser gelên azad e'
27 cotmeh, 2022   05:55
DÊRA ZORÊ – FATMA EL EBID

Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Hêzên Parastina Gel, nerazîbûneke mezin li cem pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêkir û sûc û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê, şermezar kirin.

Têkildarî mijarê ajansa me bi rûspiyekî eşîrên El Baxoz, Hewas El Casim re hevpeyvîn çêkir. El Casim wiha got: "Em şênî, şêx û rûspiyên eşîrên gundewarên rojhilatê Dêrazorê, binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên vê dawiyê û topbarana wê ya bi çekên kîmyewî li dijî hêzên gerîla, şermezar dikin. Em girîngiyê didin silametiya gelê herêmê, çi li Sûriyê çi jî li Iraqê."

El Casim wiha lê zêde kir: "Gerîla hêza yekem a cîhanê ye ku hewl dide biratiya gelan pêk bîne. Ji bo azadî û aramiya herêmê bi giştî tê dikoşe."

El Casim her wiha got: "Em bi gelê Iraqê re ne, çi Kurd çi Ereb. Mezhebên wan ên olî çi dibin bila bibin."

El Casim bang li dewletan û Neteweyên Yekbûyî kir ku demildest destwerdanê bikin û ji ber ku dewleta Tirk a dagirker çekên qedexekirî bi kar aniye, hesab jê were pirsîn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Hecîn Rakan El Firêh jî got: "Destdirêjiya li ser hêzên gerîla tê wateya destdirêjiya li tevahî gelên azad, destdirêjiya li ser tevahî mirovahiyê ye. Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne."

El Firêh wiha pê de çû: "Em îro dibînin ku dewleta Tirk a dagirker bê rehm komkujiyan li ser gelan dike. Ev bêdengiya li hember sûcên ku li dijî hêzên berxwedana azad ku nûnertiya hemû gelan dike, cihê mixabiniyê ye."

El Firêh di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em ê piştgiriya hêzên gerîla bidomînin û em ê li hember destdirêjiya dewleta Tirk a li ser wê bê deng nemînin. Bi hemû îmkanên xwe em ê ji bo rawestandina van êriş û destdirêjiyan kar bikin."

(hs)

ANHA