​​​​​​​Endamên PYD'ê yên li Reqayê: Divê cîhan xwedî li berxwedana gerîla derkeve

Endamên PYD’ê yên li Reqayê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk bi çekên kîmyewî yên qedexekirî barbarî ye û li dijî hemû zagonên navneteweyî ye. Her wiha gotin divê cîhan xwedî li berxwedana gerîla derkeve ji ber ku berxwedana wan ji bo azadî û demokrasiyê ye.

​​​​​​​Endamên PYD'ê yên li Reqayê: Divê cîhan xwedî li berxwedana gerîla derkeve
27 cotmeh, 2022   03:27
REQA

Di 18’ê Cotmehê de nasnameyên 17 şehîdan hatin eşkerekirin ku di encama êrişên bi çekên kîmyewî de şehîd bûne.

Endamên Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Reqayê nerazîbûn nîşanî van êrişan da û ew şermezar kirin.

Endamê PYD`ê Xazî El Yasîn got: “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan şerê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Ev ne cara yekê ye ku çekên kîmyewî li dijî gerîla û li gel bêdengiya navneteweyî bi kar tîne.”

El Yasîn wiha domand: "Çekên kîmyewî gelek caran hatine bikaranîn. Ev êriş bi temamî li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên gerîla hatine belgekirin.” 

El Yasîn ev li gotinên xwe zêde kir: “Dewleta Tirk endama Neteweyên Yekbûyî (NY) ye û peymama qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî îmze kiriye lê ne pabendî wê ye. Ji ber nekarî li hember gerîla bisekine, ev çek bi kar anîn da ku wan tune bike.”

El Yasîn diyar kir ku tevî ku dewleta Tirk endama NY`yê ye lê civata navneteweyî li hember sûcên wê bê deng e û wiha pê de çû: “Mixabin ew bê deng in. Ev durûtiya wê eşkere dike ku li cihekî çalak e û li cihekî din bê deng e.”

El Yasîn bang li NY, rêxistinên mafên mirovan û hemû gelên cîhanê kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser gerîla helwesteke mirovî nîşan bidin.

Girêdayî heman mijarê endama Meclisa Giştî ya PYD Ebîr El Xelîl êrişên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla şermezar kirin.  

Ebîr El Xelîl destnîşan kir ku hedefgirtina 17 gerîlayan bi çekên kîmyewî li dijî qanûnên navneteweyî û got: “Gerîla vê axê diparêzin û ji bo gel bigihêje azadiyê û demokrasiyê li ser fikrê aştî û hezkirinê tê dikoşin.”

Ebîr îşaret pê kir ku dewleta Tirk ji ber binkeftina xwe, bi rêya hedefgirtina kesayetên pêşengê hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe.

Ebîr El-Xelîl bêdengiya navneteweyî şermezar kir û wiha lê zêde kir: "Çima ev bêdengî li hemberî binpêkirinên li ser gelê Sûriyê û li ser ramana demokratîk? Çima dewleta Tirk ji van kesayetên demokratîk ditirse? Bi rêbazên çewisandinê hewl dide projeya demokratîk tune bike.”

Di dawiyê de Ebîr El-Xelîl wiha got: "Civata navneteweyî bê deng e, nabîne, nabihîze, naaxive û dema li welatekî mafên mirovan bi rêjeyeke hindik jî were binpêkirin, hema gavê diavêje. Ma ew van sûcan nabîne?”

ANHA