Komîteya Tenduristiyê nexweşxaneyeke taybet bi zarokan li Reqayê vekir

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê nexweşxaneyeke taybet bi zarokan li ‎Reqayê bi beşdariya desteya tendurisît, Meclisa Sivîl a Reqayê, komîte û saziyên ‎sivîl, vekir.‎

Komîteya Tenduristiyê nexweşxaneyeke taybet bi zarokan li Reqayê vekir
26 cotmeh, 2022   14:40
REQA

Hevserokê Nexweşxaneya Wetenî ya Reqa Elî El Muşrif axivî û bi xêhatina beşdaran kir û ‎diyar kir ku bajarê Reqayê rastî şer, wêranî û karesatan hatiye ku bandor li ser tenduristiya ‎şêniyan kir û bû sedema êş û azaran.‎

El Muşrif anî ziman ku ji 2019`an ve rewşa beşa tenduristî li Reqayê bi pêş ketiye, her wiha ‎Meclisa Rêvber û Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya rêxistinên navneteweyî dest bi ‎sererastkirina saziyên tenduristî kir, ji wan jî Nexweşxaneya Wetenî, navenda ‎nexweşiyên veguhastî û enfeksiyonê û akademiyên tenduristî û navendên tenduristî li ‎Reqa û gundewarên wê.

‎

El Muşrif da zanîn ku ji ber tunebûna navendeke taybet bi zarokan li bajar û gundên wê di gel zêdebûna hejmara şêniyan û zarokan, pêwîst bû nexweşxaneyeke taybet ‎ji bo zarokan li Reqa û gundewarên wê bihata vekirin, ji lewra xebat li ser avakirina vê nexweşxaneyê hate kirin ku mezintirîn nexweşxaneyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. El Muşrif wiha pê de çû: "Em îro bi vekirina vê nexweşxaneyê ku tê de gelek beş hene pîroz dikin, ji wan jî beşên lezîn û awarte, beşa emeliyetan, beşa radyolojiyê, beşa klînîkên derve. Ev beş dê xizmetî tenduristiya zarokên me bikin. Ji ber zarok stûna pêşerojê û hêviya me ya xebata avakirin û pêşxistinê ne." ‎

Heverokatiyê Meclisa Reqa komîteya tenduristiyê xelat kir, dûvre dayika şehîd Kaw, Melek Şahîn  û serokê Meclisa Sivîl a Reqayê derî vekir.

(dm)

ANHA