​​​​​​​Di rojeva rojnameyên erebî de nirxandinên Pedersen ên têkildarî Sûriyê cih girt

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa aloziya Sûriyê, geşedanên siyasî yên li Iraqê û şerê Ukraynayê kir.

​​​​​​​Di rojeva rojnameyên erebî de nirxandinên Pedersen ên têkildarî Sûriyê cih girt
26 cotmeh, 2022   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PEDERSEN NIRXANDINEKE NEYÎNÎ TÊKILDARÎ PROSEYA SIYASÎ YA LI SÛRIYÊ PÊŞKÊŞ KIR’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: “Nûnerê NY`yê yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen nirxandineke neyînî li ser proseya siyasî pêşkêş kir ku ji beriya çend salan ve hewl dide di navbera hikumeta Şamê û aliyên opozîsyonê de pêk bîne. Pedersen mixabiniya xwe anî ziman û got “Em gelekî jê dûr in ku biryara 2254’an pêk bînin”. Pedersen ew yek spart rastiyên dîplomatîk û zemîneke zehmet ku peydakirina çareseriyeke giştî zehmet dike.

Pedersen di rûniştina Konseya Ewlehiyê ya NY`yê têkildarî pêkanîna biryarên navneteweyî yên têkildarî Sûriyê destnîşan kir ku proseya siyasî heta niha tiştek ji sûriyan re neaniye. Tevî aramiya stratejîk jî lê nakokî li seranserî Sûriyê berdewam in. Komên çekdar ên opozîsyonê di çend hefteyên dawîn de pev ketin. 'Cebhet Tehrîr El Şam' ku di lîsteya terorê de ye, endamên xwe li Efrînê heta Ezazê belav kirin. Tê zanîn ku DAIŞ hîna xetereyeke mezin e.

Pedersen diyar kir ku tundî li bakurê rojhilatê Sûriyê berdewam e û got: “Gelek raporên têkildarî êrişên bi balafirên bêmirov û şer di navbera QSD`ê û komên çekdar ên alîgirên Tirkiyê de hatine ber destê wan. Agahî hene ku êriş li derdora baregehên hêzên Amerîkayê li Dêrazorê pêk tên. Li başûrê rojava jî, her meh kemîn, kuştin û êrişên bi bombeyan pêk tên. Êrişên ku dibêjin Îsraîl pêk tîne, li dijî balafirgeha Şam û Helebê berdewam in. Nayê qebûlkirin ev kiryarên dijminane berdewam bikin, nexasim ku sivîl û gelek zarok dibin qurbanî.

Pedersen her wiha bal kişand ser astengiyên aborî û mirovî û bang li endamên Konseya Ewlehiyê ya NY`yê kir ku alîkariya mirovî bişînin ji sûriyên li seranserî Sûriyê re bi rêya sînoran an jî eniyan. Her wiha diyar kir ku nexweşiya kolera bi lez belav dibe û got: “Bi rastî jî li Lubnanê belav bûye. Gelek dewletên herêmê li hember bi fikar in.”

‘JI BO HILBIJARTINA KOMA HIKUMETÊ ZEXTÊN MEZIN LI SER EL SÛDANÎ HENE’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El Ereb wiha nivîsand: “Li ser serokê hikumeta Iraqê yê erkdarkirî Mihemed Şiya El Sûdanî gelek fişar hene ji aliyê alîgirên wî yên blokên siyasî ve têkildarî hilbijartina koma wî ya hikumeta bê beriya ku pêşkêşî parlamentoyê bike.”

Ruxmî ku ji bo hilbiartina koma hikumetê ya ji 23-24 peywirên wezaretê pêk tê, El Sûdanî piştevanî girt û serbest bû jî, lê belê blokên siyasî êdî îradeya xwe ferz kirin da ku peywirên wezaretê yên cuda bi dest bixin.

Parlamentoya Iraqê di 10 rojên destpêkê yên erkdarkirina El Sudanî de nekarî civîna dayîna baweriyê ji hikumeta nû re li dar bixe.

Rojnameya El Sebah ku roja sêşemê derketiye, eşkere kir ku gelek astengî li pêşiya El Sudanî hene û pêşbinî hene ku koma nû ya hikumetê beriya roja dawî ya civîna dengdayînê were ragihandin.

Iraqî bi fikar in ku El Sudanî mîna hikumetên berê, hikumeteke netemam pêşkêş bike.”

Rojnameya El Zeman jî wiha nivisî: “Mekanîzmaya parvekirina wezaretan di navbera hêzên siyasî de li ser bingeha kotayê, bêhêviya iraqiyan rave dike piştî ku ji sozên serokê hikumeta nû bi hêvî bûn.

Ruxmî ku hemû blokên siyasî piştgiriya El Sudanî di avakirina hikumetê de di 30 rojan de dikin, lê ew naxwazin dev ji dest parên xwe yên di wezaretan de berdin.”

‘ŞERÊ KHERSONÊ; ŞERÊ HERÎ DIJWAR Ê TÊ ÇAVERÊKIRIN’

Têkildarî tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê, rojnameya El Beyan nivîsî: “Rayedarekî payebilind ê Ukraynayê got welatê wî û Rûsya li herêma Kherson a stratejîk a li başûrê welêt bi şerekî herî dijwar re rû bi rû dimînin. Beşek ji Khersonê di bin kontrola Moskovê de ye. Rayedarê Ukraynayê got artêşa Rûsyayê amadekariyê dike ku bersivê bide hêzên Ukraynayê yên bi pêş de diçin.

Bajarê Kherson paytexta herêma Kherson e ku beriya şer nifûsa wê nêzî 280 hezar bû. Ew mezintirîn navend e ku ji beriya destpêkirina operasyona leşkerî ya Rûsyayê ya ji beriya 8 mehan de, Rûsya hîna jî wê kontrol dike.

Şêwirmendê serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, Oleksîy Arîstovich dîmenek li ser înternetê parve kir û got: “Têkildarî Khersonê her tişt zelal e. Rûs li wir hêza xwe xurt dikin. Ev tê wateya ku kes amadekariyên vekişînê nake. Berojvajî, li Khersonê dê şerê herî dijwar rû bide.”

Arîstovicih dema şer diyar nekir.

Ji nav her çar herêmên ku Rûsyayê tev li xaka xwe kirine, dikare bê gotin ku Kherson ji aliyê stratejîk ve ya herî girîng e. Ji ber ku kontrola rêya bejahî ya yekane ya ber bi nîvgirava Qirimê dike, ku Rûsyayê di 2014`an de kontrol kiribû. Her wiha çavkaniya çemê Dnipro ku Ukraynayê dike du beş, li wir e.”