Jîna Emînî di çilrojiya qetilkirina xwe de hate bibîranîn

Tevî gef û zextên rejîma Îranê jî di çilrojiya jina Kurd Jîna Emînî de, gelek kesan berê xwe da gora Jîna Emînî ya li Goristana Ayçî ya li Seqizê û ew bi bîr anî.

Jîna Emînî di çilrojiya qetilkirina xwe de hate bibîranîn
26 cotmeh, 2022   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro çilrojiya qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ye ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin. Tevî gef û zextên rejîma Îranê jî di çilrojiya Jîna Emînî de, gelek kesan berê xwe da gora Jîna Emînî ya li Goristana Ayçî ya li bajarê Seqizê.

Li ser gora wê dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Em ê dîktator hilweşînin û tola Jîna bistînin” berz kirin.