Ji ber qutkirina ava Elokê nexweşî belav dibin

Bi berdewama qutkirina ava stasyona Elokê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şêniyên Til Temirê ya Hesekê, azaran dikişînin ji ber ku qutkirina avê bû sedema belavbûna hin nexweşiyên pergala xwarinê û paşketina hin pîşeyan ku av madeya sereke ya çêkirina wê ye.

Ji ber qutkirina ava Elokê nexweşî belav dibin
26 cotmeh, 2022   04:47
HESEKÊ

Qutkirina avê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve bandor li welatiyên navçeya Til Temirê ya li ser eniyên şer ên bi dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve kir ku bi astengiyên mezin re rû bi rû hişt.

Welatiyê bi navê Welîd Şakir Ebdullah ê ji Til Temirê li ser azarên qutkirina ava stasyona Elokê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve axivî û wiha got: "Ev krîz ne nû ye, lê belê ji dema dagirkirina Serêkaniyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ye dema dewleta Tirk a dagirker avê wek kaxizeke zextê li ser gelê herêmê bi kar anî da ku wan koçber bike."

Ebdullah wiha domand: "Em neçar man çareyên alternatîf peyda bikin ku vê pirsgirêkê çareser bikin, fena kolandina bîran ku ava wan nehatiye parzûnkirin. Li kêlek wê jî bihabûna dagirtina sahrîcan ji hêla xwediyên wê ve, vê pirsgirêkê zêde dike û dibe sedema belavbûna nexweşiyan li herêmê. Sedema sereke jî ya van pirsgirêkan dagirkeriya Tirk e."

Ebdullah helwesta navneteweyî ya bêdeng li hember sûcên dagirkeriya Tirk li dijî şêniyên herêmê şermezar kir û wiha pê de çû: "Gelo sedema hebûna Rûsya û Amerîka li herêmên me çi ye, ger hûn çav ji van azarên me re digirin."

Li aliyekî din jî bijîşkê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê Omer Mardo wiha got: "Qutkirina ava stasyona Elokê bandoreke mezin li ser şêniyên navçeyê kir. Ji ber wê di mehên dawî de gelek nexweşî belav bûn; navçûn, îltîhaba roviyan. Ew yek ji ber bikaranîna ava ne baş e."

‛DEWLETA TIRK A DAGIRKER BÛ SEDEMA QUTKIRINA RIZQÊ XWEDIYÊN PÎŞEYÊN KU PIŞTA XWE DIDIN AVÊ’

Têkildarî mijarê, xwediyê yek ji kargehên kerpîçan Ezîz Xiro ku ji 20 salan ve di vê pîşeyê de dixebite wiha axivî: "Qutkirina ava stasyona Elokê bandorek li tevahî aliyên jiyanê kir. Karê me yekser li ser avê ye. Ji lew re em neçar dibin ku ava binerdê ku ne baş e bi kar bînin û cureya kerpîçan baş dernakve, lêçûn zêde dibe û xebata kirînê bi paş dikeve."

Xiro wiha domand: "Em her tim azarên qutkirina avê û kehrebeyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve dikişînin. Ew jî bi awayekî neyînî bandor li xebata berhemdan û kirînê dike."

Ruxmî van azaran, Daîreya Avê ya Til Temirê hin tedbîrên sînordarkirina krîza avê girtin.

Berpirsê Daîreya Avê ya Til Temirê Xalid Mihemed Elo wiha got: "Em avê ji bîrên binerê yên li gundên Til Erboş û Til Ruman ên li ser rêya giştî ya Til Temir-Hesekê bi rêya sahrîcên şaredariyê dikişînin. Lê piştî hin testan hate eşkerekirin ku av ji welatiyan re nabe û dibe sedema nexweşiyan. Ji lew re me daxwaznameyek ji Rêveberiya Xweser re rakir ku bîrên nû li Til Temirê ji bo sivikirina azarên şêniyên herêmê bikolin."

Elo li dawiyê bêdengiya navneteweyî li hember sûcên qutkirina avê şermezar kir û wiha got: "Heke ev dewlet nikarin îskaneke av bidin me, wê dem ez bawer nakim ku bikarin ewlehiyê û aramiyê ji herêmê re peyda bikin."

(fr)

ANHA