30 salên artêşbûna jin: Têkoşîna li hember xiyanetê didome

Di 30’emîn salvegera avabûna artêşa jinê de, Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê di kesayeta şehîd Bêrîtan de xeta berxwedanê didomînin û li pey şopa wê dimeşin.

30 salên artêşbûna jin: Têkoşîna li hember xiyanetê didome
26 cotmeh, 2022   01:45
NAVENDA NÛÇEYAN- DELÎLA GABAR

Bingehê artêşbûna jin bi awayek rêxistinkirî û serbixwe bi damezrandina PKK’ê re hatiye danîn. Dema ku PKK di sala 1978’an de li bakurê Kurdistanê hat damizrandin, jina Kurd şehîd Sakîne Cansiz (Sara) beşdarî Kongreya Damezrêner a PKK’ê dibe. Şehîda yekemîn a Tevgera Azadiya Kurdistanê Besê Anûş e. Besê Anûş di 17’ê Adara 1981’an de, di oxira xeta azadiya jinan û tevahî gelan de şehîd dibe. Pêwîst bû ku hêvî xwe bigîhîne rastiyê, PKK partiyeke rizgariyê û azadiyê bû. Ji bo wê pêkanîn û têkoşîna tevahî, hêvî, rastî û xeyalan ev bû. Hêvî PKK bû û bi hezaran jin li pey hêviyên xwe dibeziyan, ew hemêz dikirin û ji bo wê canê xwe feda dikirin. Şoreşa PKK’ê di vê xalê de ji şoreşên di cuda û cihêwaz bû. Ev şoreşa bi rengê jinê, têkoşîna azadî û rizgariya jinê ji xwe re bingeh digre. Ev têkoşîn bi rengê jinê dihat xemilandin.

Dİ SALÊN 90’Î DE PÊWÎSTİYA ARTÊŞBÛNÊ XWE SEPAND

Piştî ku beşdariya jinê zêde bû, pêwîstî hat dîtin rêxistinbûn û artêşbûna jinê bê avakirin.

Di salên 90’î de vê pêwîstiyê xwe zêdetir sepand. Bi ceribandinên têkoşîn û pirsgirêkên derdikevin pêş re, ev pêwîstî hîn zêdetir zelal bû. Ji destpêkê heta salên 90’î beşdarbûna jinê hebû, lê di aliyê naverokê de pir ne li pêş bû. Lê kiyarên derketin pêş û tiştên hatin jiyîn derxist holê ku avabûna rêxistina jin a bihêz û cewherê jinê gengaz e. Bêguman beriya artêşbûnê jî hêjmarek zêde ya hevalên jin beşdarî tevgerê bibûn. Van jinan dikaribûn xwe birêxistin jî bikin, lê rêxistinek fermî nehatibû avakirin. Piştî ku artêşbûyîna jin hat îlankirin, êdî li tevahî qadên gerîlla Başûr û Bakur, tîm û mangeyên xweser hatin avakirin û çalakiyên xweser pêş ketin. Arteşbûyîna jin di nava ARGK’ê de gavek pir girîng bû. Nêzîkatiyên feodal ên li hemberî jinê ne tenê di civakê de li tevahî cîhanê hebûn. Şer tenê weke karê mêran dihat dîtin û li gorî wan jinan nedikarîn şer bikin. Artêşbûna jin li hemberî vê ferasetê gavek mezin bû, bi vê yekê re hate dîtin ku karê jinê ne tenê zarok anîne. Jin ne tenê di çeperên paş de, dikarin di pêş de şer bikin, bi hêza xwe ya cewherî xwe biparêze, welatê xwe biparêze û pêşengiya afirandina jiyaneke azad bike. Di vê wateyê de salên 90-92’an, salên ku beşdariya jinê zêde dibe ne. Bi vê re beşdariya jinê ya di aliyê naverok û hêjmarê de gihişt astek bilind. Di salên 90’ê de beşdariya jinê ya serhildanan û gerîla hişt ku serketinên netewî zêde bibin. Beşdariya jinê bandor li her kesî kir û vê bi xwe re beşdariyek giştî û xurt ava kir. Van rastiyan bingehê artêşbûna jinê ava kir û pêdiviyek ji bo hêza jinê derxist holê.

‘TESLÎMKARÎ BER Bİ XİYANETÊ VE, BERXWEDAN BER Bİ SERKEFTİNÊ VE DİBE’

Şerê Başûr ê di sala 1992’an de bi pêşengiya şervana azadiyê Bêrîtan hêza têkoşîna jinê hat meşandin. Ev şerekî bêhempa bû. Şehîd Bêrîtan girêdana xwe ya ji şer re di rojnivîs û helbestên xwe de wiha tîne ziman: “Şer bike gula min, şerekî dijwar bike, em bi qasî şer dikin hene, bi qasî şer dikin bedew dibin, zêde dibin; bi qasî şer dikin em hez dikin’. Di şerê dijwar ê Başûr ku ji hêla PDK-YNK’ê ve hat pêşxistin, şehîd Bêrîtan bi berxwedana xwe ya mezin bersiv da xeta teslîmkar û xiyanetê. Şehîd Bêrîtan heta guleya xwe ya dawî şer dike. Tevî ku pêşmergeyek lavahiyan ji Bêrîtan dike ku radest bibe, lê Bêrîtan bi tilîliyên ku pir jê hez dikir û bi qêrîna navê Rêber Abdullah Ocalan xwe ji kendalên Xakûrkê diavêje. Şehîd Bêrîtan dibe şopdara diruşma ‘Teslîmkarî ber bi xiyanetê ve, berxwedan ber bi serkeftinê be dibe”.

'KESAYETA Bİ KOK Û RADÎKAL A KURDBÛNA RAST TEMSÎL DİKE'

Rêber Abdullah Ocalan li ser kesayeta şehîd Bêrîtan wiha gotiye; “Şehîd Bêrîtan di rêya azadiyê de xwedî hewldaneke mezin bû. Heval raporek ji min re şandibû. Min hê nebihîstibû şehîd ketiye û ev heval her di bîra min de bû. Digot, ‘ez dixwazim ji dahûrandinên Rêbertî sûd werbigrim û nivîsîna romanekî biceribînim.’ Di nav me de heta niha tu kesî gotineke wisa bikar neanîbû. Hevaleke pir bi eleqe bû. Min digot ez vê hevalê bibînim û pê re nîqaş bikim wê baş be. Lê piştre agahiya şahadeta wê hat. Çi keçikeke qehreman e! Di çalakiya Rubarokê de di asta fermandara taximê de beşdar bûye û di vê çalakiyê de birîndar bûye. Tevî birîndariya xwe di eniya şerê Başûr de li herî pêş cihê xwe girtiye. Li wir jî heta fîşekên wê diqedin di mewziyê de dimîne. Piştre, hêzên hevkar û xayîn derdora wê dorpêç dikin dibêjin ‘teslîm bibe, em tiştekî ji te nakin.’ Lê helwesta Heval wisa bûye, ‘we bi dijmin re hevkarî kir, hûn ji milê Başûr ve êrîşî şoreşa Bakur dikin. Hûn xayîn in ez teslîmî we nabim.’ Navê Rêbertiya Partiyê jî di asta dirûşmê de diqîre û xwe ji kendalê diavêje. Çalakiyeke bi wate û pir bi wêrek e! Berî her tiştî divê em diyar bikin ku xwe ji kesayeta di bin bandora modernîteya kapîtalîst de qut dike û kesayeta bi kok û radîkal a Kurdbûna rast temsîl dike. Tevî di bajarê herî xweş ê pergalê de dijiya bi wê jiyanê re hemû girêdana xwe qUt dike. Di qada têkoşînê de jî li dijî feraseta ji rê derketî ku xwe teslîm dikin û xiyanetê dikin tu carî ji xeta PKK û ji kesayeta sosyalîst tawîz nade. Ya rastî wekî teorîk bihêz e; ne tenê welatparêz û berxwedêr e. Heman demê de hewl dide dahûrandinan jî ji kûr de fêm bike. Ji ber ku dixwaze wana bihêztir bike. Ev tê vê wateyê dibe ku ji vê hevala me dahûrînêreke xurt derketiba. Kesayetên ku di fêmkirinê de bibiryar in û ji bo vê jî bi qehremanî li ber xwe didin jî derdikevin. Divê em nirx bidin vî tiştî. Wê pêwîst bike ku em bersivek baş bidin bîranîna wê. Divê ev kesayet û helwest ji rêzê neyên destgirtin. Ev hevala me ya ku di pêşketinê de bibiryar bû heman deme bi gelek zehmetiyan re jî rû bi rû maye. Dibe şaşîtiyan jî kiribe, lê her diçe di xeta rast de kûr dibe û hema bêje xwe digihîne encameke pir bibandor. Tişta dixwazim bêjim; heke em rê vekirî bihêlin dibe ku kesên yeman heta qehreman jî derkevin.”

RÊBER ABDULLAH OCALAN: EZ ENDAMÊ XETA BÊRÎTANÊ ME

Rêber Abdulah Ocalan, ji bo vê têkoşîn û kedê bigîhîne asta herî jor a rêxistinkirî, di sala 1993’an de bi biryara artêşbûna jin da. Rêber Abdullah Oclana ji bo azadiya jinê gavek mezin avêt. Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên piştî şahadeta şehîd Bêrîtan wiha ne: “Xeta şehîd Bêrîtan ji bo min pir girîng e. Divê em jiyana wê wek xetekê bibînin. Ji min re nameyek wê hatibû. Bi tenê yek name bû û bi zimanê entelektueliyek kûr hatibû nivîsandin. Teslîm nabe. Teslimî kevneperestan nabe. Ev xetek e. Xwe ji kendalan diavêje. Ev ne întixar e. Ev xeta azadiyê ye. Bêrîtan ji bo me wesiyetek e. Gelo em dikarin vê keçikê ji bîr bikin? Ew peyam e. Ew bang e, ji bo me. Ew ji bo me Jeanne Darc e. Em ê wê esas bigirin. Ew rûmeta me ye. Çalakiya wê çalakiya evînê, çalakiya rûmetê ye. Divê em jiyana şehîd Bêrîtanê ji xwe re bikin xet. Ez endamekî vê xetê me. Heta ku aştiyeke bi rûmet têkûz bibe, em ê vê xetê bidomînin.”

Bi berfirehbûna berxwedana çekdarî û mezinbûna rêzên gerîlayên azadiya Kurdistanê re jinê pêwîstî bi avakirina xweseriyek taybet dît. Ji ber wê di sala 1993’an de ber bi artêşbûnê ve çûn. Ji wê demê ve yekîne, tabûrên xweser ên jinan çêdibin. Jin dikarin di asta jor de fermandariya şer bikin. Tevgera jina Kurd, di xeta Bêrîtanê de, di sala 1993’an de artêşbûna xwe pêk anî. Bê guman xeta berxwedaniya ku Bêrîtanê pêş xist, bûye sekna jinên Kurd. Di dîrokê de heya roja me ya îro sekna jinên Kurd ew e ku tu carê teslîm nabin û li hemberî teslîmkariyê mirin girtine ber çav. Ev sekn sekna jîr û egîdan bi xwe ye. Rastiya jina Kurd, rastiyeke ku ji bo nekeve destê dijmin, ji zinar û latên herî bilind  xwe avêtin û mirinên herî bi êş girtina ber çava ne. Tevgera jinê her çiqas bi artêşbûna 93’an, bi têkoşîna ku da gihişt qonaxekê, bi awayekî rêxistinî bi damezrandina YAJK’ê re gihişt astek hîn girîngtir. Di kongrê de xebatên jinê, li ser bingehê prspektîfên serokatiyê hatin nirxandin. Ji perwerdê heta biryargehê, ji navendiyê heta artêşbûnê, bi rêxistina nû re rastî û rengê xwe derxist holê.

Tevgera azadiyê di mijara azadiya jinê de, li gor pîvanên cîhanê mora xwe li pêngavên nû xistiye. Li ser vê bingehê di sala 1995’an de pêngavek nû avêt û yekemîn kongreya jinê ya netewî damezrand. Tevahî xebatên jinê, ji aliyê rêxistinî, civakî û leşkerî de hatin girtina dest, nirxandinên berfireh hatin meşadin û li ser vê bingehê xwe gihand rêxistinekî.

Rêber Abdulah Ocalan, di vê mijarê de wiha dibêje dibêje; “Tevgera jinê ji her milî ve hebûna xwe dide diyarkirin. Şervan û kadroyên jin, bi fedakariyên xwe, bi cesaret û şahadetên xwe dildariya xwe ya ji azadiyê re nîşan didin. Jin bi şervantî û rêxistina xwe ve di nava vê hewirdorê de cihê xwe digire. Fedakarî û şahadetên jinê hemû ji bo azadiyê ne.  Pêwîst e herkes rêzê ji vê re bigire. Pêşxistin û pêşketina jinê rûmet û şerê herî mezin e.”Li ser vê bingehê YAJK bû navê rêxistin û nasnameya jina azad. Bi rêxistina YAJK’ê re, xebatên jinê di her qadê de berfireh bû, jin xwedî li keda xwe ya dîrokî derketin. Piştî damezrandina YAJK’ê xebatên artêşbûn, fermandarî û leşkerî yên jinê girîngiyek mezin bidest xist, nav û dentê xwe belav kir.

Eger em bixwazin wê pêvajoyê fêm bikin, berî her tiştî pêwîste em rêgez û pîvanên YAJK’ê fêm bikin û têbigîhîjin. Ji ber rêxistina jinê bi van pîvan, rêgez û azweriya azadiyê re xwe li ser lingan girt. Di hewirdoreke ku ewqas tundî û dijwartî tê de heye, xebata azadiya jinê meşandin ewqas ne hesan e. Di cîhaneke ku ewqas paşverûtî û kevneparêzî tê jiyîn de, bi rêgezên azadiyê jiyîn mijara têkoşînek bêhempa ye. Ji bo wê hîn di destpêka damezrandina artêş û tevgera jinê de gelek zehmetî hatin jiyîn. Di vê mijarê de şahadeta jin, fedakariya jin û têkoşîna jinê mînak e. Ji bo wê pêwîste ku em berî her tiştî rêgez û pîvanên YAJK’ê bizanibin û fêm bikin.

Ji çalakiya Bêrîtanê gelek encam hatin derxistin. Yek ji wan jinên Kurd ber bi artêşbûnê ve çûn. Bi vê re di salên 93’an de artêşbûna jinê mora xwe li rojevê xist. Li ser vê mijarê nîqaş hatin kirin û binesaiya artêşbûna jinê hate avakirin. Li hember vê pêşketinê, pir nêzîkatiyên ku berovajî pêşketin jî hebûn. Paşverûtî û hişmendiya feodal a desthilat xwe dida axaftin û dixwest armanc û hedefa Serok APO ya li ser azadiya jinê vala derbixe. Ji ber ev xet, ji jinê azad û bi hêz ditirsiya. Li ser vê bingehê, sala 93’an ji bo jinê saleke bihêzbûn û pêşketinê bû. Hem jî salek bû ku jin ji cewherê xwe hate derxistin. Jinan zehmetiyek mezin dijiyan. Ji ber wê jî zehmetiya ku di vê pêvajoyê de hate jiyîn û rastiya ku derkete holê pir girîng e. Ev pêvajo dersên pir mezin dide mirovan. Li aliyekê jî Serokatiyê pêvajoya dirêj a xebata jinê ku dabû destpêkirin, didomand. Bi ked û hewlên mezin ên Serokatî, di sala 93’an de cara yekem artêşbûna jinê hate îlankirin. Li ser vê bingehê talîmat da ku amadekariya artêşbûna jinê bên kirin û di nava artêşê de sengerên jinan werin çêkirin.

Damezrandina tevgera jin, di mijara azadiya jinê de mohra xwe li binê pêngavên nû da. Li ser vê bingehê di sala 1995’an de pêngavek nû avêt û 1’emîn kongreya jinê ya netewî damezrand. Tevahî xebatên jinê di aliyê rêxistinî, civakî û lerkerî de hatin girtina dest, nirxandinên berfireh çêbûn û li ser vê bingehê xwe birêxistin kir.

Piştî kongreya sêyemîn, di bin sîwana ERNK’ê de Yekîneyên Jin ava bûn. Ev yekîne di sala 1987’an de bi bernameyekê, bi navê YJWK ( Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistanê) xwe bi rêxistin kir. Di heman demê de gelek jinên Kurd û sosyalîst tevlî YJWK’ê bûn. Di 8’ê Adara 1995’ an de YAJK (Yekîneya Azadiya Jinên Kurdistan) hat ragihandin. Di 8’ê Adarê 1998’an de bi pêşengîtiya ‘Jin jiyanê biafirînin’ Rêber Abdullah Ocalan bîrdoziya rizgariya jin ragihandin û bi vê re pêşvajoyek nû dest pê kir. Artêşa ku bingeha xwe ji çalakiya Bêrîtanê digire, di sala 2004’ an de navê xwe guherî û bû YJA-STAR (Yekîneyên Jinên Azad ên Star).

Rêxistinên ku jinên Kurd di çarçoveya parastina cewherî de avakirine wiha ne; YJA- STAR (Yekîneyên Jinên Azad ên Star), YPJ (Yekîneyên Parastina Jin) li rojavayê Kurdistanê, YJŞ (Yekîneyên Jinên Şengalê) hêza Jinên Êzîdî li Şengalê, YPS-JIN (Yekîneyên Parastina Sivîl- Jin) Bakurê Kurdistanê û YJRK’ê (Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê) xwe bi rêxistin kirine û li hember hemû hêzên desthilatdar têdikoşin.

Asta ku YJA-Starê xwe gihandiyê, asta hişmendî û îradebûna jinên Kurd radixe pêş çavan. Di şexsê jinên Kurd de biryardarî û daxwaza azadiyê ya gelê me nîşan dide. Berxwedana jinan, biryardariya xwe gihandina azadiyê bi rengekî şênber bi gerîlla tê nîşandan.

Em dibînin ji dîrokê heta roja îro jî jinên Kurd şagirtên Bêrîtan li her qadê tekoşînê bi rihê berxwedêr yê Bêrîtanê, bi berxwedanek bêhempa li ser şopa Bêrîtanê têdikoşin. Bi rihê Bêrîtanê her roj asta berxwedana xwe bilindtir dikin. Dema em li daneyên dîrokê jî mêze dikin, em dibînin gelek mînakên şopdarên riya Bêrîtanê navê xwe bi tekoşîn û berxwedana xwe nivîsîne. Navê berxwedana xwe bi tîpên zêrîn nivîsîne û kirine malê dîrokê.

Bi taybet di kesayeta şervanên YJA- Starê de, li ser şopa Bêrîtanê, li hember hemû êrişên dagirkeriyê berxwedanek mezin tê dayîn. Bi vînek ji pola li dijî hemû teknîka pêşketî li ber xwe didin.  Herî dawî jî me dît ku şervanên YJA-Starê li hemberî teknîka herî pêşketî û çekên kîmyawî heta henaseya xwe ya dawî li ber xwe didin û teslîmyetê qebûl nakin. Şahadetên herî bi êş didin ber çavên xwe, lê belê dev ji xeta fermandara xwe ya mezin Bêrîtanê bernadin.

ANHA