​​​​​​​`Şerê Tevlihevkirina mejiyan û lîstina bi nirxên civakê şerê herî metirsîdar e`

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê destnîşan kir ku civaka herî zêde di şerê taybet de tê hedefgirtin civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û teqezî bi perwerdekirina civakê li ser vî şerî û rêbazên parastinê kir û got: “Şerê Tevlihevkirina mejiyan û lîstina bi nirxên civakê şerê herî metirsîdar e ku li dijî herêmê tê meşandin.”

​​​​​​​`Şerê Tevlihevkirina mejiyan û lîstina bi nirxên civakê şerê herî metirsîdar e`
26 cotmeh, 2022   03:16
MINBIC – ŞÎRÎN SERXAN

Dewletên kapîtalîst nexasim dewleta Tirk a dagirker, êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca têkbirina aramiya herêmê, hevgirtina civakî û îradeya civakê, bi rêbazên herî qirêj bi kar tîne.

Der barê şerê tayber de ku dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne, hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El Yûsif ji ajansa me re wiha axivî: “Şerê taybet yek ji rêbazên ku li dijî civakan tên bikaranîn e. Ne rêbazeke rasterast e û ne jî leşkerî ye. Lê belê rêbazên madî, manewî û yên nerewa di vî şerî de tên bikaranîn ku beşa ciwanan dike hedef. Ji ber ew pergala çalak a civakê ye. Her wiha ji vî şerî armanc dike vîna gelên birêxistinkirî bişikîne.”

Ehmed wiha domand: “Şerê taybet hemû gelê azadîxwaz hedef digire, da ku mejiyan tevlihev bike û exlaqa civakê têk bibe. Lê kes nikare me kontrol bike û civaka me ji hundir ve ji hev parçe bike.”

Der barê rêbazên şerê taybet de, El Yûsif got: “Gelek rêbazên şerê taybet hene, wek şerê ragihandinê. Îro em tev dizanin ku ragihandina bi rêya medyaya civakî û televîzyonê ya herî girîng e di civakê de û roleke di diyarkirina nêrîna civakê de dilîzin.”

El Yûsif wiha domand: “Her wiha şerê derûnî heye ku têkbirina baweriya civakê armanc dike da ku wê lewaz bike, li ber xwe nede. Ev ji rêbazên herî kirêt ên şerê taybet e.”

El Yûsif destnîşan kir ku şerê îdeolojiyê jî heye ku fikrên tundraw bi armanca têkbirina exlaqê û fikrê azad di civakê de, tê meşandin.

El Yûsif wiha lê zêde kir: “Dewletên kapîtalîst niha zêdetirî şerê leşkerî, giraniyê didin şerê taybet, ji ber ku ew naxwazin derfetên xwe yên mezin di şer de bi kar bîne yan jî di şerê leşkerî de ajandeyên xwe winda bikin. Ji ber wê hewl didin bi rêbazên herî besît civakê parçe bikin bi rêya şerê çapemeniyê û derûnî û çandina fikrên nû di civakê de.”

El Yûsif da zanîn ku civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya herî zêde ji aliyê şerê taybet ve tê hedefgirtin, nexasim piştî ragihandina projeya neteweya demokratîk, ji ber ku ew projeya tekane rêya têkbirina neteweperestî û zordestiyê ye, ji ber wê jî ev proje ji aliyê hemû aliyên kapîtalîst û bi şerê taybet tê hedefgirtin.

El Yûsif wiha li axaftina xwe zêde kir: “Şerên herî metirsîdar koçberiya ciwanan e. Dewletên kapîtalîst nexasim dagirkeriya Tirk hewl didin herêmê ji ciwanên wê vala bikin; ji ber ku ew bingeha civakê ne. Ji ber wê jî ew deriyên xwe ji wan re vedike da ku koçber bibin.”

Di dawiya axaftina xwe de, Ehmed El Yûsif got: “Ji erkên me yên herî girîng perwerdekirina civakê li ser metirsî û rêbazên şerê taybet e ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Divê civak li hember hemû cureyên şerê taybet bisekinin.”

(mh)

ANHA