​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-10-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-10-2022`YAN
25 cotmeh, 2022   23:00

Kongra Star û şêniyên herêma Berav a Dêrikê şehîd Bêrîtan li gundê Zehîriyê bi bîr tîne saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Birakê şevbuhêrkek ji şêniyên navçeyê re li hola navendê li dar xist saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

6`emîn Pêşangeha Şehîd Herekol di roja 5`an de berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xwendekarên Kobanê werşeyeke kar têkildarî bikaranîna çekên kîmyawî li Herêmên Parastinê û şehîdxistina 17 gerîla şehîd bûn li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido saet di 10:00`an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên Minbicê ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan Cûdî meşekê li dar dixe saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Talet Yunis got hedefgirtina saziyên Rêveberiya Xweser ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, destpêka pêvajoyeke din a şerê qirkirinê li dijî gelê herêmê ye. Yunis bang li hemûyan kir ku têkoşînê û hevgirtina bi hêzên leşkerî re li hember siyasetên qirkirinê û dagirkirinê mezin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Hemrîn Elî destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk şerê Bakur û rojhilatê Sûriyê bi hemû rêbazan dike da ku ewlehiya herêmê tune bike. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk ji bo nirxên civakê têk bibe, narkotîkê bi kar tîne. Hemrîn Elî daxuyand ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê li hember hemû planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rewşenbîr û şopînerên rewşa jîngehê li ser metirsiya mezin a êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li ser çiyayên Kurdistanê hişyarî dan. Her wiha bal kişandin ser wê yekê ku domandina bêdengiya hêzên navneteweyî yên der barê van sûcan de, dê rê li ber dewleta Tirk a dagirker veke ku sûcên xwe li herêmên din jî bidomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê destnîşan kir ku civaka herî zêde di şerê taybet de tê hedefgirtin civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û teqezî bi perwerdekirina civakê li ser vî şerî û rêbazên parastinê kir û got: “Şerê Tevlihevkirina mejiyan û lîstina bi nirxên civakê şerê herî metirsîdar e ku li dijî herêmê tê meşandin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Partiya Ciwanan a Misirê diyar kir ku bikaranîna çekên qedexekirî li dijî gerîla sûcek e û qanûnên navneteweyî binpê dike. Her wiha banga darizandina Erdogan û wezîrê parastinê yê Tirkiyê kir. (BI WÊNE)

JIN

Di dema dawî de li herêma Rojhilata Navîn diyardeya qetilkirina jinan û tundiya li ser wan zêde bûye. Qatil jî “hezkirî” ne ku jin wan qebûl nakin. Jinên ku zewaca bi zorê qebûl nakin, dibin qurbanî. Di vê hefteyê de sûcên wisa li keçan hatin kirin, lê wekî bûyereke ji rêzê di çapemeniyê de derbas dibin, lê sedema qetilkirin û armancên wan nehatin parvekirin. Tevî ku diyardeya tundiyê li ser jinan xetereyeke mezin li ser jinan û civakê çêdike, lê hesab ji qatilan nayê pirsîn û edalet ji bo qurbaniyan nayê pêkanîn. (BI WÊNE)

Di 30’emîn salvegera avabûna artêşa jinê de, Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê di kesayeta şehîd Bêrîtan de xeta berxwedanê didomînin û li pey şopa wê dimeşin. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

Bi berdewama qutkirina ava stasyona Elokê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şêniyên Til Temirê ya Hesekê, azaran dikişînin ji ber ku qutkirina avê bû sedema belavbûna hin nexweşiyên pergala xwarinê û paşketina hin pîşeyan ku av madeya sereke ya çêkirina wê ye.

ANHA