`Bêdengiya li hember bikaranîna kiymawî, erêkirina tunekirina hêviyên gelan e`

Karmendên tenduristiyê ya herêma Efrîn, îro bi daxuyaniyekê bêdengiya tevahî aliyên navneteweyî û hiqûqî li hember bikaranîna çekên kiymawî li dijî Herêmên Parastina yên Medyayê şermezar kir û piştrast kir ku ew dê rêya azadî û edaletê bişopînin.

`Bêdengiya li hember bikaranîna kiymawî, erêkirina tunekirina hêviyên gelan e`
25 cotmeh, 2022   16:26
ŞEHBA

Bi dehan karmendên tenduristiyê yên herêma Efrînê li qada nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê kom bûn.

Mudirê nexweşxaneya Avrîn Azad Reşo daxuyanî xwend û diyar kir ku roj bi roj bûyer îsbat dikin dewleta Tirk dev ji hewldanên qirkirin û tunekirina gelan bernade.

Her wiha Reşo destnîşan kir ku ev sûc ji dagirkeriya Tirk a faşîst ne xerî bin û bêdengiya civata navneteweyî li hember sûcên wê şermezar kir.

Reşo daxuyand ku ev bêdengî hişt ku dewleta Tirk a dagirker hemû cureyên çekan û heta yên qedexekirî bikar bîne û hêviyên gelan ên di azadî û rûmetê de tune bike.

Reşo 17 şehîdên di encama êrişa bi çekên kîmyawî de ji aliyê dewleta Tirk ve li çiyayên Kurdistanê şehîd bûne bi bîr anî û bêdengiya civata navneteweyî li hember van sûcan şermezar kir û soza şopandina rêya azadiyê û edaletê da/

 (dm)

ANHA