Însiyatîfa Gel êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kir ku hêzên navneteweyî di sûcên dewleta Tirk de şirîk in.

Însiyatîfa Gel êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin
25 cotmeh, 2022   13:04
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hedefgirtina welatî û fermandarên wê, pêkanîna komkujî û sûcên dermirovî li pêş çavên cîhanê şermezar kirin.

Endama rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Dilşa Şawîş li taxa Kornîş a Qamişloyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a faşîst rewşên li herêmê derfet digire û bi balafirên xwe herêmê bombebaran dike.

Însiyatîfê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku li pêş çavên cîhanê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk zarok, jin û mezinan qetil dikin. Wê yekê bi hincetên derew pêk tîne da ku welatiyên herêmê qetil bike.

Însiyatîfê xîtabî hêzên navneteweyî kir û ev tişt got: "Hûn li ku ne ey kesên banga demokrasiyê dikin? Hûn li hember van sûcên li dijî gelê me pêk tên, li ku ne? Bêdengiya we nîşaneya hevkariya bi dewleta Tirk re ye ku welatiyên me qetil bikin û xaka me dagir bikin. Lê bila cîhanê tevahî bizane ku em teslîm nabin û dirûşma me berxwedan û têkoşîna li hember tevahî komplo û êrişên dewleta Tirk a faşîst e."

Însiyatîfê di daxuyaniyê de wiha got: "Hûn nikarin vîna gelê me bişikînin, berovajî wê em bi berxwedan û têkoşîna xwe dîrokê xêz dikin û dê rêya azadiyê li herêma Rojhilata Navîn nexşe bikin. Me ji kaniya fikir û felsefeya rêber Apo vexwariye."

Di dawiyê de êrişên dewleta Tirk bi tundî hatin şermezarkirin û bang li rêxistinên mafên mirovan, dewletên garantor û NY’yê hate kirin ku bi lez tev bigerin û qada hewayî li pêş balafirên dewleta Tirk bigirin.

(fr)

ANHA