​​​​​​​Rêxistinên herêma Firatê bêdengiya li hember bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir

Îro rêxistinên hiqûqî û tenduristî yên herêma Firatê bikaranîna çekên kîmyewî li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi destê dewleta Tirk a dagirker, bi daxuyaniyekê şermezar kir. Her wiha wek karekî neexlaqî û li dijî hemû pîvan û qanûnên navneteweyî bi nav kir.

​​​​​​​Rêxistinên herêma Firatê bêdengiya li hember bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir
25 cotmeh, 2022   13:03
KOBANÊ

Li ser navê Rêxistina Mafên Mirovan, Komîteya Belgekirina Binpêkirinan û Yekitiya Bijîşkan a Herêma Firatê û bi beşdariya nûnerên wan, li Qada Şehîd Egîd a Kobanê daxuyaniyek hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Firatê Ehmed Dawûd ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di vê dema dawî de dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîn. Di encamê de 17 şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da.

Ev karekî ne exlaqî û ne qanûnî ye. Her wiha li dijî hemû pîvan û qanûnên navneteweyî ye.

Bi belge û dîmenan hat îsbatkirin ku artêşa dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîne. Ev topbaran bi perspektîf û fermana artêşa Tirk û sultanê wan Erdogan pêk tên.

Têkildarî van binpêkirin û sûcên ku bi destê artêşa dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên ku li Bakurê Sûryê bi destê çeteyên wê hatine dagirkirin, heya niha tu aliyekî navneteweyî neketiye nava tevgerê da ku lêkolînê bike. 

Bêdengiya navneteweyî nîşaneke zelal e li ser dualîbûna pîvanên navneteweyî. Ev yek jî ji ber bêdengiya wê ya der barê binpêkirin û sûcên dewleta Tirk a dagirker e de ku êdî bi awayekî balkêş tev digere û guh nade qanûn, pîvan û peymanên navneteweyî. Ev yek tevî hebûna qanûnên navneteweyî ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike jî, pêk tê. Dewleta Tirk jî aliyek ji van qanûnan e ku yek jê peymana qedexekirina çekên kîmyewî ya sala 1993'yan e. Di vê peymanê de hilberandin, bikaranîn an jî pêkanîna amadekariyên leşkerî ji bo bikaranîna çekên kîmyewî li gorî Protokola Cinêvê, qedexe ye.

Em binpêkirinên û destdirêjiyên domdar ên dewleta Tirk şermezar dikin. Êdî ev bi awayekî eşkere li ser ewlehî û aştiya navneteweyî gef e. Her wiha ji ber pêkanîna projeyên wê yên Osmanî bi hevkariya hinek dewlet û aliyan, êdî bûye xetereyeke rasteqîne. Em bang li hêz û rêxistinên navneteweyî dikin ku van karên dijminane yên li dijî mirov û xwezayê bisekinînin. Her wiha hewldanên dewleta Tirk a dagirker di qirkirina gelê Kurd de mîna ku beriya niha di qirkirina Ermendan de pêk anîne, rawestîne." 

(hs)

ANHA