Li 4 parêzgehên Iraqê 7 DAIŞ’î hatin girtin

Îstîxbarata leşkerî li Iraqê ragihand ku li 4 parêzgehên Iraqê 7 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Li 4 parêzgehên Iraqê 7 DAIŞ’î hatin girtin
25 cotmeh, 2022   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Îstîxbaratên leşkerî yên iraqî bi daxuyaniyekê ragihand ku li gorî agahiyên îstîxbaratî yên beş û şaxên îstîxbaratê û ewlehiya fermandariya operasyonên Besra, Mîsan û Cizîrê, fermandariyên firqeyên 10, 20, 8, 16 û 7’an û bi hevkariya îstîxbarat û hêzên ji wan fermandariyan kemîn li parêzgehên Enbar, Besra, Kerkûk, Nînewa û Mîsan hatin danîn û di encamê de 7 terorîst hatin girtin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Iraqê Wai ew terorîst radestî aliyên têkildarî hatin kirin.