Li Bexdayê xwepêşandana Tevgera Tişrîniyan

Tê payîn îro Tevgera Tişrîniyan li Bexdayê xwepêşandanan li dar bixe, duh hêzên ewlekariyê li Bexda hatibûn belavkirin, danê siharê jî gelek rêyên diçin Herêma Kesk li trafîkê hatine girtin.

Li Bexdayê xwepêşandana Tevgera Tişrîniyan
25 cotmeh, 2022   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Tê payîn îro li bajarê Bexda Tevgera Tişrîniyan dijî rewşa siyasî, ewlekarî û nebûna xizmetguzariyê xwepêşandanek mezin lidarbixe. Duh hêzên ewlekariyê li Bexdayê hatibûn belavkirin, îro danê siharê jî ji ber xwepêşandanê pira Komar û hinek rêyên din yên diçin Herêma Kesk hatin girtin.

Hêjayî gotinê ye di 2’yê Cotmehê de Sekreterê Giştî yê Tevgera ‘Ez bi mafê xwe kêfxweş nabim, heya ku mafê xwe bigrim’ ku beşek ji tevgera Tişrîniyane, Meşreq Ferîc ji Rojnews re axivî û got; “Xwepêşandanên Cotmehê bi aştiyane çêbûn û wê bi aştiyane bimîne.

Wê di 25’ê Cotmehê de ‘Şoreşa Mezin’ destpê bike, çi hikumeta ji aliyê Çarçoveya Hemahengî ve pêkwere emê bi rûxînin.”