Rojnameyên erebî hedefgirtina nuqteyên Îranê yên li Şamê xist rojeva xwe

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa hedefgirtina baregeha parastina asîmanî ya li Şamê ji hêla Îsraîlê ve, hedefgirtina balafirgeha li Dîmas a girêdayî Hizbullaha Lubnanê kir û di heman demê de behsa rewşa Iraqê û dosyaya serokatiya Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî hedefgirtina nuqteyên Îranê yên li Şamê xist rojeva xwe
25 cotmeh, 2022   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN

‛ÎSRAÎLÊ ÊRIŞÎ BAREGEH Û BALAFIRGEHEKE HIZBULLAHÊ KIR’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Duh, danê nîvro li herêmên başûr û rojavayê paytexta Şamê dengê 4 teqînên tund hatin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku Îsraîlê baregeha parastina asîmanî ya li herêma Xirbet Şiyab a girêdayî Kîswe ya li gundewarên Şamê û balafirgeha li Dîmas ku yekser girêdayî Hizbullaha Lubnanê bombebaran kirin. Li gorî çavkaniyên SOHR’ê 3 leşkerên rejîmê birîndar bûn û tu agahiyên li ser kuştiyan tune ne, li kêleka wê jî zirarên madî çêbûn.

Çavkaniyekî leşkerî yê sûrî da zanîn ku di bombebarana Îsraîlê ya li derdora paytexta Sûriyê Şamê de leşkerek birîndar bû. Ajansa SANA’yê jî da zanîn ku nêzî saet 2’yê piştî nîvro Îsraîlê êrişeke hewayî bi moşekan ji bakurê Filistînê yê dagirkirî ve hin nuqteyên li derdora Şamê pêk anî. Her wiha SANA’yê diyar kir ku pergala parastina hewayî bersiva moşekên dijmin da û gelek moşek bê bandor kirin û di encama êrişê de leşkerek birîndar bû û gelek ziyanên madî çêbûn."

‛SUNNÎ BI GUMAN IN KU SEROKWEZÎRÊ IRAQÊ SOZÊN XWE PÊK BÎNE’

Li ser rewşa Iraqê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Aliyên sunnî yên Iraqê li ser karîna serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî têkildarî pêkanîna sozên xwe ji bloka sunnî re der barê betalkirina “Desteya Lêpirsîn û Edaletê" de bi guman in.

Heman aliyan diyar kir ku Sûdanî yê ku heta niha lawaziyeke mezin di rêvebirina xebata avakirina hikumetê de ji ber tunebûna desthilata biryarê nîşan daye, nikare di pêkanîna sozên xwe yên hilweşandina desteyê de bi ser bikeve.”

‛LUBNAN; CAREKE DIN VALAHIYA SEROKATIYÊ SERKEFTINA XWE NÛ DIKE’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El Beyan wiha nivîsand: "Duh rûniştina 4’an a ji bo hilbijartina serokkomarê 14’an li dar ket, lê çarenûsa wê mîna yên berê bû. Ji ber ku careke din stratejiya "belgeyên spî" serwer bû û maf ji dest çûn.

Di dubarekirina dîmenan de careke din hate diyarkirin ku rewş hîna negihîştiye ku serokek were hilbijartin û namzetê herî muhtemel ku bigihîne Qesra Beîbeda piştî 31’ê vê mehê, "valahî" ye.

Dihat texmînkirin ku ev ger jî mîna yên berê be û li sicîlên bangên serokê Meclisa Nûneran Nebîh Berî zêde be."

(fr)