Kurd, Ereb û Ermen: Em li hember dagirkeriya Tirk yekdest in

Pêkhateyên kantona Hesekê tekez kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire û soza berxwedana li hember dagirkeriya Tirk bi rêya xwebirêxistinkirina li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî da.

Kurd, Ereb û Ermen: Em li hember dagirkeriya Tirk yekdest in
25 cotmeh, 2022   03:30
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Êrişên dewleta a Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastnê yên Mediyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ligel bêdengiya navneteweyî zêde dibin. Ev bêdengî çireya kes dide dagirkeriyê û wî teşwîqî berdewamkirina van êrişan dike.

Bertekên pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li hember sûc û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û hedefgirtina welatiyan dewam dikin.

/kr/uploads/files/2022/10/24/192418_-large.webp

Der barê mijarê de, welatiyê bi navê Cîhad Emîn ê Ereb nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriya Tirk li ser tevahî herêmê da û got: “Dagirkeriya Tirk di êrişên li dijî parçeyên Kudistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê teknîkên nû û çekên qedexekirî bi kar tîne.”

Emîn destnîşan kir ku dewleta Tirk pêşengên gel ku ji bo azadiya gelê bindest tê dikoşin, hedef digire.

Emîn got, bila Erdogan zanibe ku ew ê ne tenê pêkhaetyekî, lê belê dê hemû pêkhateyan li hember xwe bibîne.

'PÊKHATEYÊN HERÊMÊ DÊ DESTGIRÊDAYÎ NEMÎNIN'

/kr/uploads/files/2022/10/24/192350_-large.webp

Ji aliyê xwe ve endama Yekîtiya Jinên Ermen Anî Ardemiyan diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî hemû pêkhatiyan in û wiha dewam kir: “Êrişa vê dawiyê bi balafirên bêmirov û biçek li dijî endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro îsbata vê yekê ye.”

Di 12`ê Cotmehê de dagirkeriya Tirk bi balaifrên bêmirov û biçek li nêzî Kampa Newoz a li bakurê rojhilatê navçeya Dêrikê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro Mîxaîl Îbrahîm (Aryo) şehîd xistibû.

XWEPARASTINA MAFÊ ME YÊ REWA YE 

Anî Ardimyen destnîşnkir ku bi dagirkeriya Tirk bi planên xwe yên dagirkeriyê hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike û tev li xaka Tirkiyê bike û wiha pê de çû: “Armanc ew e ku komkujiyên li dijî pêkhateyan û bi taybet pêkhateya Ermen dubare bike, ji bo vê ji bêdnegiya navneteweyî sûdê werdigire.”

Anî Ardimyen tekez kir ku pêkhatiyên herêmê dê li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker destgirêdayî nemînin, lê belê dê têkoşîna li dijî dagirkeriyê mezintir bikin û dê xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin û got: “Xweparastin mafê me yê rewa ye.”

/kr/uploads/files/2022/10/24/192440_-large.webp

Hisên Hisên ê ji pêkhateya Kurd jî bang li hemû welatiyan kir ku li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bisekinin û bersiva hemû êrişên li dijî herêmê bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca dagirkeriyê ji van êrian, tunekirina hemû pêkhateyan, dagirkirina xaka wan û guhertina demografiyê ye.”

ANHA