38 roj in xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam in

Xwepêşandan û nerazîbûnên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam in. Xwendekarên zanîngeh û dibistana amadeyî jî îro li qadan bûn, mamostayan dewam boykot kirin û bijîşk jî tev li xwepêşandanan bûn.

38 roj in xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam in
24 cotmeh, 2022   19:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike. Xwepêşandan mehek zêdetir e, tevî hemû zext, gef, kuştin û girtinan dewam dikin. Îro jî li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” berdewam bûn.

Di xwepêşandanên îro de li bajarê Şîraz bijîşkan jî piştgiriya xwe ji xwepêşandanan re nîşandan û tev li xwepêşandanê bûn.

Her wiha xwendekarên zanîngehên Xace Nesîr, Îslam şar, Azadî, Dizful û Şehrê Kurdî yê Tehranê bi dirûşman daketin qadan.

Xwendekarên zanîngeha Azadî ya bajarê Hemedan îro neçûn dibistanê û tev li xwepêşandanan bûn. Li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê jî xwendekarên jin xwepêşandanek li darxistin û dirûşmên “jin jiyan azadî” gotin.

Li gelek dibistanên amadeyî yên bajarên Merîwan û Dîwandere ên Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgiriya bi xwepêşandanan re mamosta neçûn dibistanan.

Her wiha xwendekarên dibistana amadeyî yên Belûcistanê jî li dijî rejima Îranê xwepêşandan lidarxistin, di xwepêşandanan de dirûşmên “Jin jiyan azadî” û dirûşmên li dijî Elî Xamneyê gotin.

Di saetên êvarê de jî li bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê welatî daketin ser cadeyan û nerazîbûna xwe ya li dijî rejimê nîşandan.