Endama Fermandariya YPJ’ê: Dijî feraseta 92’yan xeta Berîtanan bilind dibe

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, destnîşan kir ku di 30’yemîn salvegera şehadeta şoreşgera pêşeng Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de dîsa li seranserê Kurdistan fesareta dagirkerî û nokeriyê ya sala 1992’yan berdewam dike,  li hemberî wê jî xeta berxwedan û azadiyê ya Bêritanan bilind dibe.

Endama Fermandariya YPJ’ê: Dijî feraseta 92’yan xeta Berîtanan bilind dibe
24 cotmeh, 2022   23:32
QAMIŞLO-DELÎLA GABAR

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, derbarê 30’yemîn salvegera şehadeta şoreşgera mezin Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de ku li hemberî teslimiyet û xiyanetê bû rênîşana têkoşîna azadiyê, ji ajansa me re axivî û bal kişand ser îradaye jin a li ser xeta azadiyê bilind dibe.   

/kr/uploads/files/2022/10/24/192210_ypj.-rohilat-erfn-s.-brtan-gulnaz-karats.webp

Rohilat Efrîn, di kesayeta Şehîd Bêrîtan de hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn û têkoşîna jinan silav kir.  Rohilat Efrîn bal kişand ku Şehîd Bêrîtan çandek lehengiyê ava kiriye û wiha dom kir: “Bê guman di dîroka Kurdistanê de gelek jinên mîna Zerîfeyan hene ku li hemberî êriş û komkujiyên ser gelê me berxwedanî hilbijart û xwe radest nekirin. Şehîd Bêrîtan jî weke Zerîfeyan serî netewand û çanda berxwedanê afirand, li hemberî dagîrkerî û xiyanetê têkoşiya.”

Rohilat Efrîn êrişên ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê di sala 1992’yan de li dijî tevgera azadiyê pêk anîbûn bibîr xistin û bal kişand ser berxwedana Şehîd Bêritan a dijî van êrişan. Rohilat Efrîn da zanîn ku Ş. Bêrîtan li hemberî xiyanetê helwestek û berxwedanek dîrokî nîşan daye û got: “Heta guleya xwe ya dawî têkoşiya û radestbûyîn qebûl nekir. Bi vê helwestê, ji dagîrkeriyê û xiyanetê re got na.”

Rohilat Efrîn bal kişand ser têkoşîna jinên Kurda di 30 salên piştî şehadeta têkoşer Bêrîtan û wiha pêde çû: “Îradebûn û artêşbûna jinan encama xeta têkoşîna hevalê Bêrîtan e. Artêşa YPJ`ê ku li hemberî dagîkeriyê û çeteyên DAIŞ`ê yên êrişî xaka me dikin, têkoşîn meşand jî, hêza xwe ji xeta Bêrîtanan digire, Îro nûnertiya xet û çanda Bêrîtanan dike. Ev çand li seranserê Rojhilata Navîn belav bûye. Li hemberî dagîkerî, xiyanet û zilmê teslîm nabe û wê nebe. Xeta Bêrîtanan ji bo xeta fedayîtî, artêşbûn û fermandariyê ye. Emê weke YPJ`ê heta dawî şopedarên vê xetê bin.”

Bi gotina, “Di salvegera 30’emîn ya şehadeta heval Bêrîtan de dîsa li seranserê Kurdistan û Rojava, li ser parêzvan û şoreşgerên doza azadiya gelê Kurd pir êriş hene” Rohilat Efrîn bal kişand fesareta dagirkerî û nokeriyê ya sala 1992’yan berdewam dike. Rohilat Efrîn da zanîn li dijî van êrîşan berxwedan jî berfirehtir dibe û wiha dom kir: “Herî dawî 17 gerîlayên azadiyê bi çekên kîmyewî û hevkariya PDK`ê şehîd bûn. Careke din dîrok dubare dibe. Li hemberî wê jî helwest û berxwedana şehîd Helbest Koçerîn, Mawa Roj û bi dehan şehîdan derket pêş. Dîsa teslimiyet qebûl nekirin, dijî xiyanetê têkoşiyan. Helwesta ‘kes nikare, vîna me bişkîne’ careke din tê dîtin. Ev jî rastiya çalakiya heval Bêrîtan vedibêje.”

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn wiha dawî li axivitina xwe anî: “ Komkujiyên ku bi destê Sedam, bi çekên kîmyewî û bi armanca tunekirina gelê Kurd hatine pêkanîn, îro dubare dibe. Lê rihê Bêrîtanan yê berxwedêr a ku teslîmbûnê qebûl nake pêş dikeve. Eger em weke jin li Rojava, Rojhilat, seranserê Kurdistanê û Rojhilata Navîn bixwazin ber bi serkeftinê ve biçin, divê em xeta Bêrîtan bernedin û têkoşîna jinê li her qadê xurtir bikin.”

ANHA